Ciwanên ku di maça Manchester City û Galatasarayê de çalakî li dar xistibûn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Duh êvarê li Îngîltereyê tîma Manchester City û Galatasaray hatin pêşberî hev. Sê ciwanên Kurd ketin lîstigehê-sehê û maçê dabûn rawestandin. Ciwanan ku ala Kurdistanê vekirin û ji bo piştgiriya Rojava kirin hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku piştî îfadeya her sê ciwanan hate wergirtin, hatin berdan.
Ciwanan bi vê çalakiya xwe balê kişandin ser bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li ser êrişên qirkirinê ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tên.













