Balafirên şer ên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10 rojan de 23 caran êriş pêk anîn. Di êrîşên 10 rojan de 11 sivîl kuştin û 17 sivîl birîndar kirin.
Li gorî daneyên SOHRê (Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê) balafirên şer ên bêmirov (SÎHA) yên Tirkiyeyê li Hesekê êrîşî santrala ceyranê kir. Li gorî agahiyên SOHRê balafirên şer ên Tirkiyeyê, di êrîşên 10 rojan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 23 êrîş pêk anîn û di êrîşan de 11 kes kuştin û 17 kes jî birîndar kirin.
Balafirên şer ên bêmirov (SÎHA) yên Tirkiyeyê her roj êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hem êrîşî maşîneyên sivîlan dike, hem êrîşî santralên ceyranê û hem jî êrîşî bendavên avê û kargeriyan dike. Balafirên şer ên Tirkiyeyê herî dawî li çoltara Malîkiyê ya Hesekê êrîşî santrala ceyranê kir. Nehat zanîn ku mirî û birîndar hene ya na. Tirkiyeyê di 10 rojan de 23 caran êrîşên hewayî pêk anîn. Di êrîşê hewayî de heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11 sivîl kuştin û 17 kes jî birîndar kirin.
Îro dîsa serê sibê balafirên şer ên Tirkiyeyê Pira Qereqevzek a Minbicê bombe kir. Dîsa li depoyê genim ên Sirînê ya Kobanê bombe kir.
Balafirên şer ên SÎHA di 8ê Çile de dîsa êrîşî karwana sivîlan kiribû. Di êrîşa hewayî de xebatkarên çapemeniyê jî di navde gelek kes birîndar kiribûn.