Rêxistina DEM Partiyê ya Qelqeliyê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Rojava. Li kolanên Qelqeliyê dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” olan da.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Qelqelî ya Wanê ji bo piştgiriya Rojava meşek girseyî li dar xist. Di meşê de pankarta “Rojava xeta me ye sor e” hat vekirin û girse ji avahiya DEM Partiyê heta Rêya Cûmhûriyetê meşiya. Di meşa ku ala Kurdistanê hat vekirin de dirûşmên “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Her der Rojava, her der berxwedan” hwd. hatin berzkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, hevşaredarên Qelqeliyê, endam û rêveberên saziyên sivîl û bi sedan welatî tev li meşê bûn.

‘Dê bersiva pêwîst bê dayîn’
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî li vir axivî û diyar kir ku gelê Kurd ev mehek e li kolanan in û li ber xwe didin. Veysî Dîlekçî anî ziman ku sedema berxwedana Kurdan polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî gelê Rojava ne û got: “Gelê Kurd bi salan e li dijî vê înkarê têdikoşe û gelek destkeftiyan bi dest xistiye. Tenê daxwaza me ev e ku, çawa mafên her kesî hene, mafên me jî werin destnîşankirin. Gelê Kurd qet zilm li kesî nekiriye; her kes vê dizane. Her kes dizane, di sala 2014an de bi hişmendiya DAIŞê xwestin ku li dijî Kurdan qirkirinê bikin. Bi heman awayî, ew dixwazin heman qirkirinê li ser gelê Rojava ferz bikin; li wir zarok û jinan dikujin û qada jiyanê ya gelê li wir desteser dikin. Lê divê ew bizanin ku bi ruhê sala 2014an, serkeftin dê careke din a gelê Rojava be. Bersiva pêwîst dê ji çeteyên HTŞê re were dayîn.”
Banga yekitiyê
Veysî Dilekçî banga yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan kir û ev tişt anî ziman: “Di 27ê Sibatê de, rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bangek kir. Vê bangê rêya aştiyê nîşanî tevahiya welat û cîhanê da. Ev perspektîf dê çarenûsa cîhanê biguherîne. Bi şer û pevçûnê çareserî tune ye; heke hûn dixwazin aştiyê bi dest bixin, divê hûn banga 27ê Sibatê wekî bingeh bigirin. Îro roja yekîtîya Kurdan e. Banga min ji bo hemû gelê Kurd ev e ku heke em di rojek wisa de bibin yek, serkeftina herî mezin dê ya me be.”
‘Gelê Kurd dê teslîm nebe’
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli axivî û da zanîn ku gelê Kurd zilm û zordariya li ser Rojava tê kirin qebûl nake û bi rojan e li ser pêyan e. Gulderen Varli anî ziman ku ew sîstema ku sedsalek di komkujiyan de derbas kir şermezar dikin û wiha pê de çû: “Dixwazin Kurdan sedsalek din jî di komkujiyan re derbas bikin. Hişmendiya DAIŞê ya ku êşên mezin li cîhanê û li ser gelan daye kişandin, careke din heman zilmê li ser gelê Rojava, jin û zarokan dike. Hûn nikarin bi paşguhkirina me û qirkirinan li ser me ferz bikin. Em rêya jiyana azad û biratiyê nîşan didin. Lê hûn di înkar û hilweşandinê de israr dikin; hûn ê nikaribin vê yekê bi me bidin qebûlkirin. Em ê tu carî li ber we serî netewînin, vê yekê baş bizanin. HTŞ difikire ku bi qutkirina ceyran û avê, gelê Kurd dê teslîm bibe, lê ew xelet in; hûn ê tu carî nikaribin me teslîm bikin.”
Piştî axaftinan girse heta avahiya DEM Partiyê bi dirûşmeyan meşiya û çalakî bi dawî bû.














