Komeleya Alimên Êlihê têkildarî êrişên çeteyan ên li ser Rojavaê Kurdistanê daxuyanî da û got: “Em wan tenê nahêlin û em ê li pişta wan bin. Ev tevger a olî û mirovî ye.”
Komeleya Alimên Êlihê (DADER) li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê têkildarî êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê û hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk ku li Rojavayê Kurdistanê tên kirin daxuyanî da çapemeniyê. Gelek mele, rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistginên sivîl û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşmeyên “Şehîd namirin ” û “Bijî berxwedana Rojava ” berz kirin. Metna çapemeniyê jî ji aliyê Mele Abdurrahman Akyuz ve hate xwendin.

Mele Abdurrahman Akyuz ku li ser nave DADERê axivî got: “Em li ser navê Komeleya Alimên Êlihê ew kesên ku mirov û gelan ji war û milkên wan derdixînin û hemû nirxên olî û mirovî bin pê dikin şermezar dikin. Bi taybetî êrişên ku li ser gelê Kurd ên Rojava tên kirin wek êrişên Yezîd û hevalbendên wî dibînin. Merovên ku van êrişan pêk anîne û yên ku madî û menewî alîkarî dane wan bi tundî şermezar û lenet dikin. Her wiha em ji wan re dibêjin; naleta Xwedê, ferişte û hemû merovan li ser we be! Em alîkarê bindestan ne. Em wan tenê nahêlin û em ê li pişta wan bin. Ev tevgera olî û mirovî ye. Dîn û mirovahiya me alîkariya bindestan li ser me ferz dikin. Li gorî Qurana pîroz alîkirina hev li dijî zilm û zordestîyê yek ji wesfên bawermendan e.”

‘Heta zordestî ranebe em ê têbikoşin’
Mele Abdurrahman Akyuz di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em li dijî zilm û zordestiyê ne û li kêleka zordestan cih nagirin. Xwedê çewa ji wan hez nekiriye em jî ji wan hez nakin. Heta zordestî ranebe em ê têbikoşin. Em wiha gazî li gelên ser rûyê dinyayê dikin; Hûn jî li dijî kiryarên nemirovî bêdeng nemînên û rabin ser pêyan. Rêveber û rêxistinên xwe bikin tevgerê. Bêdengî kiryarên nebaş pir dike u civata mirovahiyê dirizîne. Xesarê digihêne hemû merovahiyê. Nirxên mirovahiyê bêbandor û pûç dihêle. Jixwe gava nirxên mirovahiyê neyên tetbîqkirin feyde jî nadin. Berxwedana ji bo can, mal, namûs û xaka xwe wezîfeyeke olî, mirovî û exlaqî ye. Alîkariya ji bo wan jî pîroz e û xelasiya gelan ji bindestiyê ye.”













