Nûnereke nêzî artêşa Siûdî Erebistanê ragihand ku Tirkiyeyê tevlî peymana parastinê ya navbera Erebîstana Siûdî û Pakistanê nabe.
Çavkanî ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku ev peyman navbera Pakistan û Erebîstana Siûdî dualî ye û wê bi vî rengî bimîne.
Rayedarekî ji Kendavê jî agahiya navborî piştrast kir û got, her çendî ku bi Tirkiyeyê re di qada parastinê de peymanên cuda hebin jî, wê peymana bi Pakistanê re hatî îmzekirin neyê berfirehkirin.
Peymana parastinê ya stratejîk di 17’ê Îlonê navbera Pakistan û Siûdî Erebistanê de hate îmzekirin.













