Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku serdana Pakistanê ya ku ji bo hevdîtinên bi Îranê re hatibû plankirin hatiye betalkirin; wî got ku Washington ji bo têkiliya rasterast amade ye.
Donald Trump ragihand ku serdana muzakerekarên Amerîkî Steve Witkoff û Jared Kushner a bo Pakistanê, ku di çarçoveya hevdîtinên bi Îranê re hatibû plankirin, hate betalkirin.
Trump di daxuyaniya xwe ya ji bo Fox Newsê de diyar kir ku çûyîna şandeya DYA’yê ya bo Pakistanê dê ne bi sûd be û destnîşan kir ku rayedarên Îranî dikarin “her kêlî” bi Washingtonê re têkevin têkiliyê.
Trump got: “Gava tîmên min xwe ji bo rê amade dikirin, min ji wan re got: Na, hûnê ji bo çûyîna wê derê firîneke dirêj nekin. Hemû derfet di destê me de ne. Kengî bixwazin dikarin li me bigerin.”
Serokê DYAyê piştre li ser hesabê xwe yê Truth Social jî betalkirina serdanê piştrast kir.
Trump îdîa kir ku di nav rêveberiya Îranê de “parçebûn û nezelalî” hene û tekez kir ku ji bo hevdîtinê dikare têkiliya rasterast were danîn.













