Komek bijîşkên ku ji Silêmanî û Hewlêrê bi armanca alîkariyê derbasî Rojava bûn, dest bi xebatê kirin.
Duh 19 bijîşkên ji bajarê Silêmanî û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Bijîşkan di çarçoveya plansaziya ku li gel saziyên tendirustiyê yên Rojava hatiye derxistin de, îro dest bi kar kirin. Bijîşk li Nexweşxaneya Dêrikê alîkariya nexweş, koçber û birîndaran dikin. Dê îro û sibe li Dêrikê xebata xwe bimeşînin.
Bijîşk dê piştre jî derbasî bajarê Qamişlo bibin.













