Dorpêça li ser Kobanê ya çeteyên girêdayî HTŞ, DAIŞ û Tirkiyeyê di roja 15emîn de didome. Tevî hezaran welatiyên koçber bûne, 600 hezar mirov ji ber nebûna av, elektrîk û dermanan di rewşeke zehmet de ne.
Dorpêça komên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê ya li ser Kobanê ku 15 roj in dewam dike, xeterî li ser jiyana zêdeyî 600 hezar mirovî çêdike. Bi taybetî derman nayên peydakirin, nexweşên penceşêrê nikarin derkevin derve û tedawiya xwe dewam bikin. Elektrîk li ser wan hatiye qutkirin û madeyên sotemeniyê û xwarinê nayên peydakirin.
Li gel dorpêç, şert û mercên giran jî tokoşîn berxwedanan gelê Kobanê berdewam dike.








