Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê diyar kir ku hevala wan Şehnaz Omer li Dêrikê di êrişa balafireke bêmirov a Tirk de jiyana xwe ji dest daye.
Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Şehînaz Omer di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk ya li dijî gundê Xanê Seriyê yê bajarê Dêrikê de jiyana xwe ji dest daye.
Kongra Star di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku Dewleta Tirk fikrê tunekirina DAIŞê li herêmê tehemul nekiriye û wiha got: “Ji ber wê her tim pêşengên têkoşîna jinan dike hedef. Herî dawî hevala me Şehînaz Omer a xwedî vîn û her tim li eniyan ji bo azadiya jinan tê dikoşî, kir hedef. Şehînaz li Şam, Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên kongrayê meşandin. Bi saya kesayeta xwe ya nerm û dilnizim kete dilê tevahî jinan. Bi wê re ajokar Ehmed Hesen jî şehîd bû.” Di daxuyaniyê de behsa rola Şehînaz di birêxistinkirina jinan û çawa li hember zulmê û zordestiya pergala Baaasê serî netewandiye hate kirin û soz hate dayîn ku dê xewn û xeyalên Şehînaz û şehîdan werin bidestxistin.
Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn, Ronahî, şehîdên din mîna Pekîze, Fatme, Sêvê, Evîn Goy û Kerem El Şihab bi bîr anîn. Di dawiyê de careke din teqezî bi domandina têkoşînê di rêya azadiyê de hate kirin û hate gotin felsefeya jin, jiyan, azadî ji têkoşîna tevahî jinan li seranserî cîhanê bûye sembol û mirin dê li pêşiya têkoşîna jinan nebe kelem.