Cîgirê Serokê MHPê yê Giştî Fetî Yildiz têkildarî “Mafê Hêviyê” li ser hesaba xwe ya Xyê peyamek parve kir û got: “Pêkneanîna mafê hêviyê li gorî PMMEyê binpêkirine.”
Cîgirê Serokê MHPê yê Giştî Fetî Yildiz têkildarî “Mafê Hêviyê” li ser hesaba xwe ya Xyê peyamek parve kir. Fethî Yildiz ku duh piştî civîna ekîba nivîsandinê ya Komîsyona Meclisê, pirsên rojnamegeran bersivandibûn bal kişandibû ser xebatên Komîsyona Meclisê û wiha gotibû: “Me li ser mafê hêviyê li hev kiriye, pirsgirêk tune ye, ew ê di raporê de hebe.”
‘Cezayê hefsê yê heta hetayê li dijî PMMEyê ye’
Fethî Yildiz îro jî têkildarî “Mafê Hêviyê” peyamek parve kir û wiha got: “Xebatkarên hêja yên medyaya me… Dema hûn di mijarên hiqûqî de nûçeyan çêdikin û şiroveyan dikin di wê mijarê de li mewzûatê binêrin dê nirxê nûçe û şiroveyên we zêde bibe. Di cezayên hefsê yên heta hetayê de divê îhtîmala kesê hikumxwar ku dîsa azad bibe hebe. Ji vê yekê re dibêjin ‘mafê hêviyê’. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar daye ku divê hêviya serbest berdanê ya serlêderên ku cezayê heta hetayê lê hatiye birîn hebe. Heke ev kes bêyî hêviya wan a serbest berdanê hebe heta hetayê di girtîgehê de bimînin ev yek li gorî xala 3yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpêkirine.”













