Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak di nobeta edaletê de got ku parastina kedê, jiyanê, demokrasiyê û aştiyê ne sûc e.
Nobeta Edaletê ya Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê yê Şirnex Adnan Şenbayram, Rêveberê Egîtîm Senê yê Şirnex Mesût Aslan, Rêveberê Nûnertiya EgîtîmbSenê yê Cizîrê Nîzam Kaplam û Rêveberê Şaxa SESê yê Şirnex Abdulkadîr Oruker ku ji ber tev li şînê û çalakiyên ji bo êrîşên li ser Rojava pêkhatine bûne ji kar hatibûn dûrxistin di hefteya 3yemîn de li Qada Komarê ya Şirnexê berdewam dike. Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak, Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak, Hevserokê ÎHDê yê Amedê Ercan Yilmaz, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî ji bo piştgiriyê tev li nobeta edaletê bûn.
Ji bo kedkar bikaribin mafê xwe bi dest bixin demokrasî şert e
Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak di nobeta edaletê de got ku kedakr her tim têkoşîna aştî û demokrasiyê didin û wiha axivî: “Ji bo kedkar bikaribin mafê xwe bidest bixin hewceyî bi demokrasî û qadeke bê şer heye. Ji ber vê yekê ji roja KESK hatiye avakirin heya niha aştî û demokrasiyê diparêze.”
Em li her derê li hember şer aştiyê diparêzin
Ayfer Koçak êrîşên li ser Rojava û Şengalê bi bîr xist û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Rojên ku jin kirine kole û gel bi komkujiyê re derbas kirin me ji bîr nekirine. Ji ber wê yekê tenê ne li Şirnexê li Amed, Stenbol, Îzmîr û Enqereyê jî em li hember van êrîşan derketin. Lê li hember van çalakiyên me tenê li Şirnexê hevalên me ji kar hatin avêtin û ev yek jî balkêş e. Ji ber ku parastina jiyan, demokrasî, ked û aştiyê ne sûc e.”
Nobeta edaletê ya ku di hefteya 3emîn de ye her roja înê saet navbera 16.00 û 19.00 de tê girtin.
















