Êlih – Endamê Baroya Êlihê parêzer Mehmet Şîrîn Arslan derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ve hatiye destpêkirin, diyar kir gotin û kirinên dewletê ji hev cuda ne û got: “Rêzdar Ocalan ji bo aştiyê ji dil e.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin didome. Nîqaşên li ser amadekirina qanûnên azadiyê û avêtina gavên şênber didomin. Herwiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna şert û mercên aştî û azadiyê gelek gavên krîtîk avêtin û gelek caran ji bo şert û mercên siyaseta demokratîk pêk bên bi nêrîn û pêşniyarên xwe ve rê li ber siyasetê vekirin.
Endamê Baroya Êlihê parêzer Mehmet Şîrîn Arslan têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji axivî.
‘Rêzdar Ocalan gelek ji dil e’

Mehmet Şîrîn Arslan diyar kir ku ji bo aştî li herêmê mayînde bibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê çi ji destên wan tê kirine û got: Rêzdar Ocalan, di vê mijarê de gelek ji dil e. Ji sed salan zêdetir e ku pirsgirêka Kurd heye. Dewleta Tirk heta zimanê Kurdî û miletê Kurd qebûl neke, ew ê gav jî neavêje. Ev neavêtina gavan nîşanî me dide ku ev dewlet ziman û hebûna me nas nake. Dema ku gav neyên avêtin, dê ev pirsgirêk jî zelal nebin. Ger ku ji bo rakirina tecrîd û pêvajoyê gav bêne avêtin, dê gel jî êdî ji vê pêvajoyê bawer bike. Ev mijara ‘mafê hêviyê’ ya ku Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî qala wê kiribû, ew bi tenê li ser gotanan dimîne. Dema ku van gotina bi cih neyên, dê êdî di nava civakê de jî bê bawerî mezin bibe.”
Di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku nêzîkî du salan e pêvajoyek hatiye destpêkirin û got: “Aliyên din ên ku bi meşandina pêvajoyê re eleqedar in hê jî gaveke wisa şênber neavêtine. PKKê çek şewitandin, xwe fesix kir, bangawazî kirin û herî dawî jî hêza xwe ya li vir jî vekişand. Tevî avêtina van gavan dengek ji dewletê derneket.”
‘Civaka Kurd aştiyê dixwaze’
Mehmet Şîrîn Arslan diyar kir ku hê jî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û li pêş ketina pêvajoyê gavên şênber ên ku tên xwestin nehatine avêtin û wiha domand: “Jixwe dewlet dibêje me heta niha wisa derbas kiriye û em ê ji niha pê ve jî dîsa Kurdan wisa bixapînin. Di feraseta dewletê de tişta ku ji bo qenciya Kurdan çi be wê nakin û nayê kirin. Ji ber ku ev tişt gelek caran hatine serê Kurdan. Ji ber ku ji 93yan heta niha gelek caran pêvajo hatine destpêkirin û nehatine çareserkirin. Ji ber van nêzîkatiyan êdî baweriya civaka Kurd jî bi pêvajoyê nemaye. Civaka me ya Kurd dixwazin li ser vê axê bi azadî, aştî û bi xwişk û biratiyê bijîn.”
‘Divê gelê Kurd şiyar be û nexape’
Mehmet Şîrîn Aslan bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê ‘mafê hêviyê’ û got: “ Li Tirkiyeyê jî ji bo Serokatî mafê hêviyê kete rojevê. Lê ev maf ne ji bo Serokatî bi tenê ye, ev maf ji bo hemû girtiyan e û li welatên biyanî jî heye. Li gelek welatan tê bi cih anîn lê dewleta Tirk heta niha bi cih neaniye. Hin tişt bi tenê di gotinan de dimînin. Tiştekî ji bo gelê Kurd û girtiyên siyasî be gavekî yan jî mafekî di Meclisê de qala wî hatibe kirin me nedîtiye. Gelek caran gelê Kurd bi pêvajoyên wisa xapandine. Dîsa jî armanca dewleta Tirk ew e ku di vê pêvajoyê de jî heman awayî bike. Ji ber van nêzîkatiyan divê di vê pêvajoyê de gelê Kurd şiyar be û neyê xapandin.”
‘Bawerî bi pêkanîna daxwazan çêdibe’
Mehmet Şîrîn Arslan anî ziman ku derbarê “mafê hêviyê” de hêj tu gav nehatine avêtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tiştên ku dewlet dibêje tenê di gotinê de dimîne. Armanca derengxistina gavan pêvajoyê ji bo xwe hêsankirin e. Lê em ne bawerin ku êdî careke din bibin desthilatdar jî. Beriya çend mehan raporek pêşberî raya giştî kirin, lê kêmasiyên wê raporê gelek bûn. Ev pêvajo ne girêdayê komîsyonan û rûpelên raporan e, bi sedan rûpel jî hebin dîsa tu tiştekî naînin ziman.”
‘Pêvajo çareser bibe jî dê têkoşîn bidome’
Di dawiya axaftina xwe de Mehmet Şîrîn Arslan diyar kir ku gavên tên avêtin ji bo çareserê kêm dimînin û wiha derbirî: “Dema ku ev pêvajo çareser bibe jî dê dîsa têkoşîn bidome. Komîsyona ku hatibû avakirin, divê xwe li ser rûpelan nehêle. Divê komîsyon şûna meclisê di nava gel de bixebitiyana. Da ku bizanibin gel çi dixwaz in û ev pirsgirêk dê çawa bê zelalkirin û çareserkirin. Ji ber vê yekê divê dengê gelê Kurd bê bihîstin. Lê xwestekên gelê Kurd na bihîzin. Ku wisa be ew ê baweriya civakê jî bi pêvajoyê neyê.”












