Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê xwestin ku girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ber avahiya Şaxa Komeleyê çalakiya xwe ya 724an a bi navê, “Rûniştina F” lidar xist. Di çalakiya sloganên, “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin de zextên li girtîgehan hatin şermezarkirin.
Zordariyên li ser girtiyan hate şermezarkirin
Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya 596an de çalakî pêk anî. Di çalakiya li Qada Sakarya ya Enqereyê pêk hatî de zext û zordariyên li ser girtiyên siyasî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de rewşa girtiyên nexweş Mahmut Atan û enver Yanik hate bi bîrxistin û hate xwestin ku tevahiya girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan.













