Nûçegihanê me Nedîm Oruç di 17ê Çile de hate girtin. Parêzerê Oruç, Resul Tamur îtîrazî girtina miwekîlê xwe kir. Dadgeha Şirnexê îtîraz red kir û biryar da ku Oruç girtî bimîne.
Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç dema roja 14ê Çile li Cizîrê nûçe dişopand, ji aliyê polîsan bi lêdanê hatibû binçavkirin. Oruç piştî sê rojan 17ê Çile bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê ve hate girtin.
Parêzerê Oruç, Resul Tamur piştî girtina miwekîlê xwe bi daxwaznameyek serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê da û îtîrazî girtinê kir.
Dadgehê di 21ê Çile de îtîrazê nirxand û bi hinceta ku “girtin ne li dijî hiqûqê ye” îtîrazê red kir û biryar da ku Oruç girtî bimîne.
Redkirina îtîrazê di 5ê Sibatê teblîxî parêzer Resûl Tamur hate kirin.











