• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Di êrişa Îranê de pêşmergeyeke jin jiyana xwe ji dest da

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Di êrişa Îranê de pêşmergeyeke jin jiyana xwe ji dest da

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jin li Wanê bi mijara 8ê Adarê civiyan

Wan / AW

11 SIBAT 2026 - 15:13
Kategorî: JIN
A A
Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal di civîna amadekariyên 8ê Adarê de axivî û bal kişand ser dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û got: “Êdî her kes dizane ku azadî bi azadiya jinan ve girêdayî ye.”

Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat (GABB), Lîjneya Rêveberiyên Xwecîhî ya Demokratîk a DEM Partiyê û Lîjneya Jinan a Bajêr, di çarçoveya çalakiyên ku dê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de werin lidarxistin de, li Navenda Çandê ya Bêrîvanê ya girêdayî Şaredariya Rêya Armûşê civînek li dar xist. Hevşaredarên jin ên navçeyan bajêr, aktîvîstên TJAyê û gelek jin beşdarî civînê bûn.

Civîn ewilî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevşaredara Ebexê Hatîce Atabay destpêkê axivî û bal kişand ser giringiya 8ê Adarê.

Piştre Hevşaredara Wanê û Hevseroka GABBê Neslîhan Şedal a ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin axivî û diyar kir ku ji bo hişmendiyeke azad divê jin geşedanên dawiyê baş fêm bikin û li gorî wê xwe bi rêxsitin bikin. Neslîhan Şedal anî ziman ku di van rojan de erkeke mezin dikeve ser milên jinan û got: “Her çiqas ev dema em têde derbas dibin şerekî giran hebe jî berpirsyariyên mezin dikevine ser milên me jinan û rêveberiyên xwecihî. Em di rêveberiyên xwecihî de pergaleke azad û wekhev ji bo tevahî civakê ava dikin. Bi vê yekê wê pirsgirêkên civakê jî çareser bibin. Jinên ku di qada rêveberiyên xwecihî û di qada polîtikayên jinan de pêşengiyek baş û mîsyoneke baş pêk binin wê li hember vê pêvajoyê bersiveke xurt jî bê dayîn.”

‘Êrişî destkeftiyên jinan dikin’

Neslîhan Şedal behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê jî kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di şexsê Rojava de bi hêzên navneteweyî şerekî qirêj hat meşandin. Me rûyê qirêj ê hişmendiya ku li çar aliyên cihanê xwe nîşan dide li Rojava dît. Li dijî vê hişmendiyê bi rêxistina jinan têkoşîneke bêhempa hate dayîn. Li Rojava bi pêşengiya jinan pergala azad û wekhev hatiye avakirin. Li her qadê destkeftî û îradeya jinan zêde bûye. Beriya meheke bi destê koalîsyona navneteweyî û Tirkiyeyê, çeteyên HTŞê êrişî destkeftiyên jinan kirin. Tiştên ku HTŞê kirin divê em baş bixwînin. Ev êriş li dijî hebûn û xwebûna me bûn. Li ku derê jin û destkeftiyên jinan hebin êrişî vê derê dikin.”

‘Li dijî zarokan jî pergaleke qirkirinê ava kirine’

Neslîhan Şedal bal kişand ser doza Epsteîn jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin ku di şeran de bi hezaran zarok tên windakirin û em rewşa wan nizanin. Di heman demê de di dema şer û pevçûnên li Rojava de jî gelek jin winda bûn. Lê êdî em dibînin ku pergalê ji bo xwe tiştek wisa ava kiriye ku ew jinên winda dibin, jinên rewşa wan ne diyar di belgeyên doza Epsteîn de eşkere dibin. Çawa li dijî jinan pergaleke qirkirinê ava kirine bi heman awayî li dijî zarokan jî pergaleke qirkirinê ava kirine. Di dosyeyên Epsteînê de derket holê ku di şexsê jin, zarok û civakê de êrişeke li dijî mirovahiyê pêk hatiye. Divê ji bo teşhîrkirina van polîtîkayên qirêj û êrişan em li qadan bin û em dengê xwe bilind bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku civak bê azadiya jinan azad nabe. Ji bo ku civak azad be û zarok rastî êrişan neyên, divê em pêşî xwe azad bikin, paşê jî civakê. Li her derê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ tê gotin, her kes dizane ku azadî bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêHevşaredara Wanê Neslîhan Şedal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

8 ADAR 2026
Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026
Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê berfa avetîrkê: Heke amadekarî hebe, berfa biharê ne xirab e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê: Ji bo betalkirina JESê biryareke fermî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezex, Midyad û Wêranşarê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çiyayê Meqamê bi guldexwînan xemilî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya Mûş û Gimgimê herifî lê ev 4 meh in nayê çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (548)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne