Parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed pêşwazî li wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta demkî kir. Di serdanê de rêbazên pêşdebirina qada tenduristiyê hat nîqaşkirin.
Parêzgerê bajarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed, bi amadebûna hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Memo Xelîl, li avahiya parêzgariyê pêşwaziya wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta demkî Miseb Nezal El Elî kir.
Di hevdîtinê de rewşa tenduristiyê ya herêmê, pêdiviyên wê, kêmasiyên li hin nexweşxane û navendên tenduristiyê, her wiha rêbazên pêşdebirina qada tenduristiyê nîqaş kirin.
Wezîrê tenduristiyê anî ziman ku dê alavên bijîşkî yên pêwîst bidin saziyên tenduristiyê yên ku kêmasî lê hene.
Parêzgerê Hesekê û hevserokê Desteya Tenduristiyê jî rewşa nexweşxaneyên li herêmê û rola wan di dabînkirina pêdiviyên şêniyan de vegot. Her wiha anîn ziman ku dê hewldanên pêşdebirina qada tenduristiyê bidomînin.
Piştî hevdîtinê çûn Nexweşxaneya Gel a Hesekê û hevdîtin bi hin nexweşxan re kirin û li wan guhdarî kirin.
Di dawiyê de serdana Gerînendetiya Tenduristiyê ya Bajarê Hesekê kirin.













