Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê standa ji bo hişmendiya ziman danîn. Endama MED-DERê Bêrivan Ozguvenç bal kişand ser xebatên standê û got: “Em ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî li her qadê xebatên xwe dimeşînin.”
Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li ber AVMya Ceylan Karavîl a navçeya Peyasê ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê stand danî. Di çalakiya stand vekirinê de sticker, kokard û broşûr hatin belavkirin. Li ser standê stickerên bi kirmanckî û kurmancî “Zimanê min welatê min e”, “Kurdî xweş e xwedî lê derkeve”, “Zimanê min nasnameya min e” hatin zeliqandin.
Endamên saziyên ziman û nûnerên saziyên sivîl tevlî vekirina standê bûn. Gelê Amedê eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan. Gel bi stranên Kurdî govend gerandin û dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zarok, ziman, azadî” berz kirin.
‘Daxwaza me zimanê Kurdî neyê jibîrkirin’
Endama Meclîsa Xebatên Zimanê Dayikê Bêrîvan Ozguvenç di axaftina xwe de armanca çalakiya anî ziman û got: “Em di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de, rêzeçalakiyan li dar dixin. Armanca van rêzeçalakiyan jî hişmendiya ziman di nav gel de çêbike û di heman demê de ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî li her qadê û li her cihî em xebatên xwe dimeşînin. Li vê derê jî armanca me stante hişmendiyê û belavkirina sticker, kokard û broşûran e. Em dixwazin di nav gel de hem axaftina Kurdî hem nivîsandina Kurdî û ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî bangawaziya xwe bikin. Ji bo vê yekê em xebatên hişmendiyê ji bo zimanê Kurdî dimeşînin. 17ê mehê li taxa Saglik Ocagiyê ya Rezanê li wê derê bin. 19ê mehê li ber Mizgefta Mezin a Sûrê bin. Standên me ji bo hişmendiya zimanê Kurdî ne û em ê timî li qadan bin.”














