Berxwedana gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê di roja 52emîn de berdewam dike. Hêzên rejîma Îranê bi guleyên rastîn êrîşî xwepêşandanên ku ji bo bîranîna şîna 40 rojî hatin lidarxistin kirin û gelek bajar hatin dorpêçkirin.
Xwepêşandanên ku li Tehranê dest pê kirin û li seranserê Îran û rojhilatê Kurdistanê belav bûn, di roja 52emîn de didomin. Şîna 40 rojî ku ji bo Îran û Rojhilat cihekî girîng digire, xwepêşandan ji nû ve dest pê kirin. Hêzên rejîmê bi guleyên rastîn êrîşî bîranînan kirin û gelek bajar di bin dorpêçê de ne.
Li bajarê Dehloran ê Îlamê, dema ku merasîmên bîranînê ji bo şîna 40 rojî kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane hatin lidarxistin, dikandaran dest bi grevê kirin û dikanên xwe venekirin.
Li Meşhedê, ji bo agirkujê bi navê Hemîd Mehdawî ku di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû qetilkirin li ber Mizgefta Îmam Huseyîn merasîma bîranîna şîna 40 rojî hate lidarxistin. Di merasîmê de dirûşmeyên “Mirin ji bo Xameneyî” û li dijî hikûmetê berz kirin.
Her wiha li Awdananê ku yek ji bajarên pêşeng ên xwepêşandanan e hêzên rejîmê bi hinceta bîranînên şîna 40 rojî, bajar bi wesayîtên zirxî û dewriyeyên motorsîkletan dorpêç kirin. Hêzên rejîmê li kolanên Awdananê digerin û bi dronan jî bajar dişopînin. Li gorî çavkaniyên herêmî, li hin taxan di navbera hêzên rejîmê û gel de pevçûn qewimîne.













