* Hevserokên DBPê û DEM Partiyê yên navçeyên Amedê têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin axivîn û destnîşan kirin ku divê mafê hêviyê were pêkanîn.
* Bi hatina demsala biharê re, welatiyên Amedê ji bo komkirina nebatan berê xwe didin Baxçeyên Hewselê. Welatiyên ku giyayê kivarkê kom kirin vê nebata bi şifa wekî kevneşopiyekê didin hev, destnîşan dikin ku kivark hem xwarineke tamxweş e hem jî ji bo gelek nexweşiyan derman e..
* Amedspor di rêya şampiyoniyê de ye û piştgiriyeke mezin a gel ji bo tîma xwe heye. Alîgirên ku ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo maça doh herikîne Amedê, diyar kirin ku serkeftina Amedsporê ne tenê serkeftina tîmekê ye, di heman demê de serkeftina vîna gel e.
* TJA dê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar bixe. Hevberdevka DBPê ya herêma Marmarayê Ziynet Teymur têkildarî meşê diyar kir ku ew ê di 19ê Nîsanê li Gemlîkê dengê xwe bilind bikin û got: “Em ê dengê xwe bigihînin Serokatî.”
* Rojnameger Azîz Oruç derbarê pirtûka xwe ya bi navê “Di navbera sînoran de rojnamegerek” diyar kir ku ew pirtûkê li ser çîroka xwe nivîsandiye lê belê heman tişt hatiye serê gelek kesan û got: “Gelê Kurd li ser sînoran gelek êş kişandiye û hê jî dikişîne. Ev çîrok çîroka gelê Kurd e.”
* Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah diyar kir ku piştî êrişan 50 hezar koçber li bajarê Qamişloyê bi cih bûnê û got: “Rewşa koçberan ji bo Qamişloyê xetereyê ye. Ji bo çareseriyeke mayînde divê hemû koçber vegerin cih û warên xwe. Li Kobanê jî dorpeç berdewam dike û li wir jî pirsgirêka dermanan heye û jiyana welatiyan di xetereyê de ye.”
* Rapbêjê Kurd Baran Atabay (Barody) bi bîr xist ku armanca Hîp Hopê berxwedan û serhildan e û got: “Ez jî di nava stranên xwe de behsa pirsgirêkên jinan, bê edaletî, nîjadperestî û bişaftinê dikim. Lê belê cihê xemginiyê ku ciwanên me yên Kurd berê xwe didin rapa Tirkî.”
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê li Meclisê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12:45)
* Platforma Jinan a Wanê, dê ji bo Dr. Ayşe Ûgûrlû ya ku di sala 2025an de ji kar hatibû dûrxistin, dê li pêşiya Aydin Perîhanoglû AVMê daxuyaniyekê bide. (13:00)











