Komên hikûmeta demkî ya Şamê li gundewarê bajarê Sirînê yê bajarê Kobanê mal û milkên Kurdan talan dikin û didizin.
Li gorî nûçeya ANHAyê komên hikûmeta demkî ya Şamê îro saet di 15.45ˊan de mal û milkên li gundên Kurdan ên Sirînê ku xelkê wan ji ber êrişan koçberî bajarê Kobanê bûne, talan kirin û dizîn.
Di dîmenan xuya dike ku komên hikûmetê erebeyek çandiniyê (patoz) ya gundiyan û erebeyek sivîl li tankerekê siwar kirine û ber bi Qereqozaqê ve birin.













