Sêrt – Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê parêzer Kenan Bîlge diyar kir Tirkiye li gorî biryarên DMMEyê tevnagere, ‘Mafê Hêviyê’ bi awayekî siyasî digire dest û wiha got: “Divê dewlet bê şert û merc mafê hêviyê pêk bîne.”
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2003yan de ji bo mafê hêviyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dan ji wê serlêdanê tu encam derneketin. Piştî serlêdanên parêzeran a 18ê Adara 2014an de DMMEyê biryar da û xwest ku Tirkiye ‘Mafê Hêviyê’ ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên ku cezayên giran li wan hatine birîn bi cih bîne. DMMEyê Tirkiyeyê di vê serlêdanê de mehkûm kiribû. Tevî ku li ser vê biryarê de 12 sal derbas bûn hêj jî li Tirkiyeyê biryara DMMEyê nehatiye pêkanîn. Tevî ku ev sal û nîv e “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hatiye destpêkirin û bi pêvajoyê re Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî gotibû ku “Mafê Hêviyê” divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were lê hêj jî dewletê ev tişt bi cih neaniye.
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê parêzer Kenan Bîlge destnîşan têkildarî “Mafê Hêviyê” û geşedanên dawî ji ajansa me re axivî.

Parêzer Kenan Bîlge da zanîn ku divê “Mafê Hêviyê” di rojevê were girtin. Kenan Bîlge anî ziman ku dewlet “Mafê Heviyê” weke mijareke siyasî dibîne û wiha got: “Lê ‘Mafê Heviyê’ rasterast mijareke hiquqî ye. Mafê Hevîyê ew e ku girtiyekî sûcdar, sûcê wî çi dibe bila bibê, divê heviya wî hebe ku ew ê rojekê bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Mirov dikare bêje girtiyek sûcdar bêhêvî be weke mirineke derûniye. Ji bo vê yekê li DMME ‘Mafê Hevîyê’ weke mafekî sereke hatiye nasîn. Çarçoveya mafê heviyê bi biryarên DMMEyê mirovan ên Avrupayê hatiye xezkirin. Dadgeha Avrupayê ji bo birêz Ocalan jî 18ê Adara 2014an de biryar da. Piştî vê biryarê hin biryarên din jî der heqê ‘Mafê Hevîyê’ de derketin. Divê dewlet bê şert û merc vî mafî pêk bîne. Mixabin di nava vî 10 salên borî de ev biryar nehatin bicihanîn. Ji bo wê divê qanûna înfaza cezayan û TMKê were guhertin. Dema ku van biryaran pêk neynin, ew tê wê wateyê Tirkiye li dijî qanûnên mafên mirovan e.”
‘Mafê Hevîyê’ ne mijareke siyasî ye, mijareke hiqûqiye’
Kenan Bîlge bal kişand ser pêvajoya ku ji sal û nîvê beriya niha hatiye destpêkirin ku hêj jî ji aliyê dewletê ve tu gavên şênber nehatine avêtin û got ku Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî di nava vê pêvajoyê de gotina “Mafê Hevîyê” bi kar anîbû û wiha pê de çû: “Lê mixabin ji bo ‘Mafê Hevîyê’ tu gavên şênber nehatine avêtin. Divê êdî niyet û gotina derbasê guhertina qanûnan bibin û ‘Mafên Heviyê’ divê bê naskirin. Di girtîgehan de 4 hezar girtiyên siyasî hene ku li benda qanûna ‘Mafê Hevîyê’ ne. ‘Mafê Heviyê’ ji bo birêz Ocalan di rojevê de ye. Lê tevî ewqas biryarên hatine girtin jî dîsa dewlet ne zelal e. Dewletê hê jî ji bo ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi awayekî rast tevnegeriyaye, di mijarên sereke de gavên şênber neavêtine.”
‘Birêz Ocalan aktoreke sereke ye’
Dî berfirehiya axaftina xwe de Kenan Bîlge bilêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne aktoreke ji rêzê ye û gotinên xwe wiha domand: “Di pêvajoya aştiyê de birêz Ocalan aktorekî danûstandinê yê sereke ye. ‘Mafê Hevîyê’ ne mijareke siyasî ye, mijareke hiqûqiye. Lê di hêlê de mijar dibe mijareke siyasî. Pêvajoya ku li Tirkiyeyê û li Rojavayê Kurdistanê heye rasterast ji aliyê birêz Ocalan ve tê meşandin. Ji bo wê mirov dikare bêje dewlet weke amûreke bi taktîkî nêzî ‘Mafê Hevîye’ dibe. Ev nezîkatî şaş e. ‘Mafê Hevîyê’ yek ji mafê mirovan ê sereke ye. Derket holê ku di pêvajoya dawî ya Rojava de birêz Ocalan însiyatîf sitendiye û di peymana ku 30ê Çileyê hatiye îmzekirin de rol mîsyoneke mezin pêk aniye. Ev jî dide nîşandan ku divê demildest birêz Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Ev ji bo pêvajoya Tirkiye, Rojava û ji bo rewşa tevahiya Rojhilata Navîn hewce ye.”
‘Divê dewlet têkiliyên xwe bi Rojava re xurt bike’
Kenan Bîlge got ku “Mafê Hêviyê” divê bi teminata qanûnan were sererastkirin û diyar kir ku edalet heke “Mafê Hêviyê” hebe watedar e û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Heke hêvî tune be, mirov dikare bêje qanûn temam nîn in. Lewma divê demildest ‘Mafê Hêviyê’ bê naskirin û birêz Ocalan û 4 hezar girtiyên siyasî yên di girtîgehan de bigihêjin azadiya xwe. Her wiha ev pêvajo ji sedî sed girêdayî pêvajoya Rojava ye jî. Ger ku dewlet di vê pêvajoyê de rast be, divê li Rojavayê Kurdistanê li dijî destkeftiyên Kurdan nexebite. Ev ji bo aştiya Rojhilata Navîn gelek girîng e. Divê bêhtir bi Rojava re têkiliyên xwe li pêş bixe. Divê nêzîkatiyên dewletê jî wisa bin. Divê dewlet piştgiriyê nede çeteyên HTŞê û yên din. Dewlet divê têkiliyên xwe bi Rojava re xurt bike da ku li Rojhilata Navîn aramiyek bê avakirin.”











