Amed – Şanoger û beşdarên ku ji derveyî welat tev li li Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bûne festîval nirxandin û destnîşan kirin ku ew hewl didin pêvajoya diyalogê ya di navbera mirov û çandên cihêreng de veguherînin û diyar kirin ku şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê.
Bajarê Amedê 9 roj in mazûvaniyê ji festîvala şanoyê ya navneteweyî re dike. 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi dirûşma “Diyalog ji bo Aştiyê” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin. Di bernameya festîvalê de bi giştî 22 lîstik hene û heta niha gelek ji wan hatine pêşandan. Di bernameya festîvalê de ne tenê lîstik tên pêşandan, her wiha çalakiyên ku bi gotûbêj, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan dewlemend bûne, bi anîna cem hev a qadên cuda yên şanoyê, atmosfereke zindî ya çand û hunerê dide bajêr.
Komên şanoyê yên ji 19 welatên wekî Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Filistîn û Ukraynayê heman dika şanoyê parve dikin. Festîval armanc dike ku bi rêya hilberîna hunerî di navbera erdnîgariyên cuda de diyalog were sazkirin û pêwendiyên çandî werin xurtkirin. Festîval ji bilî hunermendan, derdorên akademîk jî tîne ba hev. Di heman demê de ji beşên şanoyê yên zanîngehên Berlîn, Sûdan, Ukrayna, Silêmanî û Duhokê jî gelek kes beşdarî festîvalê bûne. Lîstik bi sernivîsên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî tên lîstin.
Şanoger, nivîskar û kesên ku ji derveyê welat tev li festîvalê bûne li ser girîngî û wateya festîvalê û Şanoya Kurdî û ya navneteweyî ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
‘Ji bo me rûmeteke mezin e ku em di vê festîvalê de cih digirin’
Anîna Jendreyko ku ji Swîsreyê tev li festîvalê bûye û weke aktivîst û rêveberê çand û hunerê dixebite, ev yek anî ziman: “Ez di heman demê de weke lîstikvan di şanoyê de cih digirim. Me li ser wêrekiya jinan û veguhestina bîrê bo roja me ya îro lîstikek amade kir. Ev lîstik der barê jinên di nava ‘Têkoşîn’ê de ye. Yek ji lîstikvanên me Berfîn Emektar e. Min jî di sala 2014an de li Amedê xebat meşand. Ji ber vê yekê ez festîvalê nas dikim, ji ber ku lîstika me li ser diyalogên der heqê pêşerojê, berxwedan, bîra berxwedana jinan e. Li ser wê yekê ka em çawa dikarin bi hatina ji beşên cihêreng bibin xwediyê pêşerojeke nû, çawa dikarin vegerin mirovahiyê, li ser wateya jiyan û mirovî, em hatin vexwendin. Ji bo me rûmeteke mezin e ku em di vê festîvalê de cih digirin. Bertekên ku lîstika me girtin gelekî baş bûn. Dostanî, eleqe û mêvanperweriya germ a ku hat nîşandan, weke kom em hemû serbilind û hestiyar kirin.”
‘Em hewl didin pêvajoya diyalogê ya di navbera mirov û çandên cihêreng de veguherînin’
Anîna Jendreyko da zanîn ku ji ber tev li festîvalê bûne ew serbilind in ku wateyên gelekî kûr ên wekî azadî, pêşeroj û mirovahiyê di xwe de dihewîne û wiha got: “Ez hêvî dikim ku ev diyalogên di vê festîvalê de hatine afirandin, diyalogên hêvî û pêşerojê, berdewam bikin. Hêza çandê gelekî girîng e, ji ber ku em dikarin bi riya çandê raman û êşan veguherînin. Em dikarin bîra berxwedan û ramanan veguherînin. Hêviya min ew e ku ev festîval berdewam bike. Ev festîval hêvî, enerjî û pêşerojê dide gelek mirovan. Em di qada çandê de dixebitin. Em xebateke gelekî polîtîk bi rê ve dibin û hewl didin pêvajoya diyalogê ya di navbera mirov û çandên cihêreng de veguherînin. Em hewl didin bi riya çandê, diyaloga azadî û jiyana di nava aştiyê de ragihînin civakê û bi vê yekê vê pêvajoyê veguherînin.”
‘Em dixwazin wan hemû hêmanên bedew bi xwe re bibin û ji wan fêr bibin’
Justuss Lill ê ku ji bo çavdêriyê bike û lîstikan temaşe bike tev li festîvalê bûye da zanîn ku ew li gel poleke lîsansa bilind a ji Berlînê li vir e û wiha got: “Em ji bo pîrozkirina vê festîvalê bi we re, li vir amade ne. Her wiha, em dixwazin hemû wan hêmanên bedew û afirîner bi xwe re bibin û ji wan fêr bibin. Dema em hatin pêşwaziyek xweş ji me hat kirin. Ez ji aliyê du kesên gelekî rûmetdar hatim veguhestin. Ji mêvanperweriyê bigire heta hemû hûrguliyên din, bi yek peyvê bêhempa bûn. Di nêrîna min de ev yek diyardeyeke muhteşem e, çimkî berê qet derfeteke min a wiha nebû ku ez bibim beşek ji pêvajoyeke bi vî rengî. Destûrdayîna beşdarbûna me ya li vir, him ji bo min him jî, bi baweriya min, ji bo tevahiya komê wateyeke pir kûr dihewîne. Erê, em dikarin van hemûyan tecrube bikin. Bi dîtina min, lîstikvanî û di çarçoveyeke giştî de şano, ji bo vegotina mijarên makro û hêsankirina têgihiştina wan ji bo civakê, navgîneke gelekî bikêrhatî ye. Çimkî dema ku mirov li performanseke lîstikvaniyê an jî lîstikeke şanoyê temaşe dike, bêyî ku pêwîstî bi zanyariyeke pêşwext a derbarê wê mijarê de hebe, mirov dikare hin diyardeyan tecrube bike. Ev yek, bi îhtîmaleke mezin, pratîka herî bingehîn e ku dikare bê pêkanîn.”

‘Xala herî cewherî ew e, peyama Helebceyê û şehîdên wê, bi rêya şano û hunerê bigihînin tevahiya cîhanê’
Wersel Mansour ku ji Başûrê Kurdistanê ye û bi lîstika “Şeva Ku Nayê Ji bîrkirin” a derhêneriya wê Khalat Nawzad Othman dike ew jî wek karê îdariya şanoyê li festîvala Amedê de cih digire. Wersel Mansour li ser lîstika xwe û nêrînên xwe yên li ser şanoya navneteweyî ev yek anî ziman: “Ev berhema me ya şanoyî li parêzgeha Helebceyê, li Başûrê Kurdistanê, ji bo maweya 22 rojan hate pêşandan. Paşê, li bajarê Silêmaniyê 9 rojan hate nîşandan. Piştre em beşdarî 20emîn Festîvala Şanoya Kurdî li bajarê Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê bûn. Her wiha lîstika me ji bo Festîvala Fecrê li bajarê Tehranê hate hilbijartin, lê ji ber rewşa herêmê me nekarî pêşandana xwe pêk bînin û me ew paşxist bo sala bê. Em pir kêfxweş in ku berhema me gihişt sê parçeyên Kurdistanê. Başûr, Rojhilat û Bakur. Em bi anîna vê berhema şanoyî bo 11emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê gelek şanaz in. Xala herî cewherî ev e, em dixwazin peyama Helebceyê, peyama şehîdên wê û çîrokên dîrokî yên ku li wir rû dane, bi rêya şano û hunerê ne tenê bigihînin bînerên Kurd, bigihînin tevahiya bînerên cîhanê jî.”
‘Beşdarbûna Helebce û başûrê Kurdistanê li vê festîvalê hesteke taybet e’
Wersel Mansour li ser girîngiya Amedê û yekbûna êşan da zanîn ku bêguman, gava ew bajarê Amedê dibînin, bextewar dibin û wiha axivî: “Ji bo cara yekem e ku parêzgeha Helebceyê û Herêma Kurdistanê bi şanoyekê beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Şanoyê ya Amedê dibin û ev yek ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Li gorî me, Amed paytexta hemû Kurdistanê ye, ew di dil û ruhê me de ye. Lewma, lihevanîna wan çîrok, karesat û rûdanên ku di dîroka me tevan de bi serê me de hatine û parvekirina wan li Festîvala Amedê wateyeke kûr dihewîne. Dibe ku ji aliyê naverokê ve ev çîrok bi hev ve girêdayî bin, ji ber ku hemû jî êş, azar û kederên gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de vedibêjin. Ji ber vê çendê, beşdarbûna Helebce û başûrê Kurdistanê li vê festîvalê hesteke taybet e.”
‘Şano dikare çand, ziman û olan bike yek, ev bi xwe pêvajoya aştiyê ye’
Wersel Mansour di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku şano, huner û pêvajoya aştiyê li gorî nerîna wî bi aştiya mirovahiyê ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Li her qad û deverekê, şano dikare aştiyê pêk bîne, netewe û cudahiyan li hev bicivîne. Wan neteweyên ku di dîrokê de di nav şer û karesatan de mane, şano dikare pîvaneke nû bide derûniya wan û peyama aştiyê bigihîne. Lewma, ew sernavê ku Festîvala Şanoyê ya Amedê hilgirtiye sernavê aştiyê bi cewhera vê festîvalê re yek digire. Şano dikare çand, ziman û olan bike yek, ev bi xwe pêvajoya aştiyê ye. Pêvajoya aştiyê ji bo her netewe, gel û herêmekê xaleke bihêz a mirovahiyê ye û şano dikare bibe hilgirê sereke ya vê peyamê.”













