Nivîskar Wasfî Ak bal diyar kir ku ligel polîtîkayên înkar û pişaftinê jî di aliyê Kurdî de pêşketinên pir baş çêbûna û bi gotina, “Divê zimanê me, hebûna me, rastiya me û mafên me di qanûnan de werin qebûlkirin” banga parastina ziman kir.
Dewleta Tirk ji detpêka komarê heta niha polîtîkaya înkarê li ser gelê Kurd dimeşîne û ji bo çand û zimanê gelê Kurd tune bike serî li hemû cure rê û rêbazên zordarî û bişaftinê dide. Mafê herî bingehîn yê perwerdehiya bi zimanê zikmakî li gelê Kurd asteng dike. Gelê Kurd jî li dijî van polîtîkayên înkar û bişaftinê hewl dide ku zimanê xwe biparêze û pêşve bibe. Di çerçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de saziyên zimanê Kurdî û saziyên civakî, partiyên siyasî her sal bi rojan van polîtîkayên dewletê şermezar dikin û daxwaza statûya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê dikin. Nivîskar Wasfî Ak bal kişand ser girîngiya ziman û rewşa zimanê Kurdî.

‘Divê hişmendiya ziman xurt bibe’
Nivîskar Wasfî Ak bi gotina, “hebûna milletan li ser stûna ziman hatiye avakirin” bal kişand ser girîngiya ziman. Wasfî Ak wiha got: “Her wiha pêşketine neteweyan, bi xwendin û nivîsandinê tê pîvan. Ji ber vê divê em jî wek neteveya Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin. Divê em bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û zimanê xwe pêş bixin. Divê em hem hişmendiya ziman, hem di çand û hunerê de hem jî di her qadê bi hêz bikin. Zimanê me bi bişaftinê re rû bi rû ye, parastina zimanê Kurdî erkeke wîjdanî û exlaqî ye.”
Wasfî Ak da zanîn ku îro herî zêde dayikên Kurd li ziman xwedî derdikevin û wiha pê de çû: “Her dayikeke me wekî mamosteyekî zimanê Kurdî ye. Lê divê ne tenê dayik, tevahiya Kurdan xwe li hember ziman berpisyar bibînin û zimanê Kurdî biparêzin.”
‘Ruxmê înkarê jî di Kurdî de pêşketin heye’
Wasfî Ak derheqê rewşa ziman û wêjaya Kurdî de jî nirxandin kir û wiha axivî: “Helbet ruxmê polîtîkayên înkar û asîmilasyonê jî di zimanê kurdî de pêşketinên pir baş çêbûne, hem ji aliyê nivîsê ve hem ji aliyê xwendinê ve pêşketin hene lê têrê nake. Nivîskaran xebatên pir baş kirine, çavkaniyên pir hêja afirandine. Pêwist e hêj jî pêş bikeve. Divê pirtûkên Kurdî zêdetir bên xwandin. Her wiha bi saya dengbêjiyê, hunermendiyê zimanê Kurdî bi hezaran salan hebûna xwe parast û derbasî nifşên nû bû.”
‘Em li benda pêşerojeke ronahî ne’
Wasfî Ak li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî axivî da zanîn ku Tevgera Azadiyê di pêvajoyê de erk û berpirsyariyên ku dikeve li ser milê wê pêk anîne û axaftina xwe wiha qedand: “Tewgera Kurd rol û misyona ku dikeve ser milê wê em dikarin bijên cih aniye. Pêngavên ku hatine avêtin hêja ne. Bangawaziya Rêberê Gelê Kurd bi qîmet e. Divê dewlet jî di vê pêvajoyê de zimanê me hebûna me, rastiya me û mafên me di zagonan de qebûl bike. Divê gav bên avêtin, yek alî nabe, pêwist e hikûmet jî gavan bavêje. Em li vî welatî li benda pêşerojeke ronahî ne.”












