Meclîsên Jinan a HDKê deklarasyona 8ê Adarê eşkere kir û di deklarasyonê de wiha hate gotin: “Em dibêjin dijminên jinan yek bin, jin jî li dijî vê yek in. Çawa ku duh em li qadan bûn, em îsal jî 8ê Adara bi berxwedanê û hevgirtinê pêşwazî bikin.”
Meclîsên Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) deklarasyona 8ê Adarê li navenda xwe ya li navçeya Beyogluya Stenbolê eşkere kir. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, rêveberên HDKê, aktivîstên TJAyê, rêveberên DEM Partiyê, endam û nûnerên saziyên jinan û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li cihê daxuyaniyê pankarta “Jinen ku sînoran derbas kir, Civaka Demokratîk ava dikin” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Jinan a HDKê Hêlîn Onuk ve hat xwendin.

‘Em 8ê Adarê bi berxwedanê û hevgirtinê pêşwazî dikin’
Hêlîn Onuk di destpêka daxuyaniyê de jinên ku di sala 1857an de ji bo mûçeyek wekhev ketin grevê, xwişkên Mirabel û jinên ku li Rojava ji bo jiyanakê azad têdikoşin silav kir û got: “Jinên ku îro ji bo têkoşîna azadî, wekhevî û sosyalîzmê di gîrtîgehan de ne silav dikin. Em li dijî operasyonên siyasî derdikevin. Em îsal jî 8ê Adarê bi berxwedan, hevgirtin û xweparastinê pêşwazî dikin. Her sal jin û LGBTÎ+ li qadan û kolanan li dijî mêrperestî, şer û kedxwariyê bang dikin, ‘Bijî têkoşîna azadiya jinan’. Di sala 2025an de herî kêm 299 jin û 64 zarok di encama tundiya mêran de jiyana xwe ji dest dan. Di destpêka mehên sala 2026an de şerên herêmî geş bû, barên polîtîkayên şer ket ser milê jinan. Lê hevgirtina jinan sînora derbas dike.”

‘Hevgirtina jinan sînoran nas nake’
Hêlîn Onuk anî ziman ku ew wekî meclîsên jinan yên HDKê têkoşîna gel û nasnameya hevpar dê berdewam bikin û wiha axivî: “Em polîtîkayên ku jinan tune dihesibîne nasnakin. Em dest ji destkeftiyên Peymana Stenbolê bernadin. Hêrs û hevgirtina xwe tax bi tax û kolan bi kolan dihonînin. Em polîtîkayên ku li dijî jinan in qebûl nakin. Bi meclîs, komun û kooperatifan jiyan û pêşeroja xwe diparêzîn. Em li Dîlovasiyê di kargehan de dişewitin, nava malan de keda me nayê dîtin, kampus û kolanan dibin armanca polîtîkayên neyariyê. Lê hevgirtina jinan sînoran nasnakê.”
‘Em ê li qadan bin’
Hêlîn Onuk diyar kir ku êrişên ku ji aliyê netew dewletê yên li ser jin, nasname, çand û bedena jinê qebûl nakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna jinen ku li Filîstîn, Îran, Afganîstan û Rojavayê têkoşîna me ye. Em dibêjin dijminên jinan hevpar bin jin jî yek in. Çawa ku duh em li qadan bûn di 8ê Adara îsal jî em ê li qadan bin.”
‘Kuştina jinan polîtîkayek taybet e’
Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş jî axivî û diyar kir ku ev deklarasyon bernameya têkoşîna wan a pêşwazîkirina 8ê Adarê ye û wiha axivî: “Em îro di nava qeyranê de ne. Lê qeyran gelemperî li ser milê jin, ciwan û kedkaran e. Tenê duh li Tirkiyeyê 6 jin hat kuştin. Ev hejmar ne tenê îstatîsk in. Kuştina jinan encama hêrsek takekesî nîn e, polîtîkayek taybet e. Em vê tiştê qebûl nakin. Em dizanin ku polîtîkayên bêcezahiştinê bi daxwaza dewletê pêk tê. Bi polîtîkayên ‘sala malbatê’ jin tune hatin hesibandin. Duh me daxuyanî dît ku li ser navê jinan daxuyanî tê dayîn. Jixwe Serokkomar Erdogan jin çend zarok bînin dinê li ser vê diaxive. Siyasetmedar jî van axaftinan hêz digirin û li ser jiyana jinan diaxivin.”
‘Em ê di 8ê Adarê daxwaza Civaka Demokratîk bilind bikin’
Meral Daniş Beştaş di dawiya axaftina de bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê û anî ziman ku azadiya jinan ne pêkan e ku bêyî civakek demokratîk were lipêşxistin û got: “Divê temsîliyetekê wekhev were avakirin. Banga birêz Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê daxwaza me ya azadiya jinan mezin kir. Heke azadiya jinan esas neyê girtin tu aştî jî ne pêkan e. Em ê di 8ê Adarê de li qadan daxwaze xwe ya ‘Civaka Demokratîk’ bilind bikin.”














