• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Girtîgeha Dumluyê pêkanîna derveyî mirovahiyê

    Li Girtîgeha Dumluyê pêkanîna derveyî mirovahiyê

    DEM Partiyê ji bo hevşaredarê Tetwanê pêdankirinên pêwîst bicih anî

    DEM Partiyê ji bo hevşaredarê Tetwanê pêdankirinên pêwîst bicih anî

    Kerkuk ra karwanê şarî verê xo da Rojavayê Kurdîstanî

    Artêşa Iraqê li Kerkûkê dixwaze malên Kurdan talan bike

    Li Tengava Tayvenê rageşiya Çîn û Avûstralyayê

    Li Tengava Tayvenê rageşiya Çîn û Avûstralyayê

    Zimanzan Mîchîel Leezberg: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

    Zimanzan Mîchîel Leezberg: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 22yê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Girtîgeha Dumluyê pêkanîna derveyî mirovahiyê

    Li Girtîgeha Dumluyê pêkanîna derveyî mirovahiyê

    DEM Partiyê ji bo hevşaredarê Tetwanê pêdankirinên pêwîst bicih anî

    DEM Partiyê ji bo hevşaredarê Tetwanê pêdankirinên pêwîst bicih anî

    Kerkuk ra karwanê şarî verê xo da Rojavayê Kurdîstanî

    Artêşa Iraqê li Kerkûkê dixwaze malên Kurdan talan bike

    Li Tengava Tayvenê rageşiya Çîn û Avûstralyayê

    Li Tengava Tayvenê rageşiya Çîn û Avûstralyayê

    Zimanzan Mîchîel Leezberg: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

    Zimanzan Mîchîel Leezberg: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 22yê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCKê rapora Komîsyonê rexne kir: Em gotina ‘terorê’ red dikin çareserî tenê bi naskirina gelê Kurd pêkan e

Navenda Nûçeyan / AW

22 SIBAT 2026 - 10:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê têkildarî rapora Komîsyonê daxuyanî da û rexne li naveroka raporê kir û wiha got: “Kêmasiyên bingehîn di raporê de hene. Ji bo ku Kurd ji demokrasiyê sûdê wernegirin, bi israr ji demokratîkbûnê dûr dikevin û disekinin. Bi gotina ‘terorê’ pirsgirêka Kurd vedişêrin. Çekdanîna bi tevahî bi qebûlkirina çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e. Çekdanîn bi pêkanîna entegrasyona demokratîk pêkan e. Ji bo ku pêvajo bi awayek saxlem biçe serî divê Rêber Apo azad bibe.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî rapora Komîsyona Meclîsê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wateya avakirina “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” hate destnîşankirin û wiha hate gotin: “Ji ber ku rasterast Tevgera me eleqedar dike, me pêwîst dît ku li ser raporê nêrînên xwe bi gelên xwe û raya giştî re parve bikin.” Di daxuyaniyêde lêgerîna Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ji bo aştiyê hate vegotin ev xal hatin destnîşankirin: “Ji sala 1993an û heta îro 33 sal in ev lêgorînên me didomin. Ev pêvajoya ku di dema serokomariya Ozal de dest pê kir, îro gihîştiye qonaxeke nû. Nîqaşên çareseriya pevçûnan û muzakereyên ku 33 sal in tên meşandin, di warê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de ezmûneke girîng derxistine holê. Ji hevpeyvîna ku Rêber Apo di sala 1988an de bi rehmetî M. Ali Birand re kiribû ve tê zanîn ku ew li pey çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd bûye. Her carê banga çareseriya demokratîk kiriye û ji bo afirandina zemînek wisa gelek caran agirbest û bêpevçûnî pêk anîye. Nêzîkatiya Rêber Apo ya wisa, bi taybetî ji aliyê gelê Kurd û her wiha raya giştî ya navxweyî û derveyî ve tê zanîn. Dewleta Tirk û hêzên siyasî jî vê nêzîkatiya Rêber Apo dizanîn.”

‘Piştî Kongreya fesihkirinê divê zagon hatiban derxistin’

Di berdewama daxuyaniyê de banga 22yê Cotmeha 2024an a Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî hate bi bîrxistin û ev nirxandin hate kirin: “Bêguman ev bang bêagahdariya Serokkomar Tayyip Erdoğan nehatiye kirin. Rêber Apo jî bersiv da û got ku şert û derfet were dayîn, ew dikare pirsgirêka Kurd û pêvajoya heyî ji zemînê şidetê derbasî zemînek siyasî û hiqûqî bike.” Di daxuyaniyê de hate bi îr xistin ku di encama hevdîtinan de Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kiriye. Di daxuyaniyê de bersiva PKKê ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk dayî û gavên piştre avêtîn hatin rêzkirin. KCKê ragihand ku piştî Kongreya 12emîn a PKKê û biryara fesihkirin, diviya dewletê zagon derxistina, zemîna siyasî û qanûnî ava bikira.”

 

‘Komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hate avakirin’

KCK bi gotina, “Avakirina komîsyoneke berfireh a 51 kesî ku piraniya partiyên di bin banê meclîsê de tê de cih girtine, ji aliyê dîroka Tirkiyeyê ve gaveke girîng bû” girîngiya komîsyonê destnîşan kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Her çiqas navê wê Komîsyona Yekîtiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ye jî, tê zanîn ku ev komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên ku ji wê çêbûne ye. Rêber Apo, Tevgera me û gelê me ev komîsyon pir girîng dîtine. Ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve jî pir girîng hate dîtin. Ji ber vê yekê hêvî ji komîsyonê bilind bû. Lewma her dem ri rojevê de ma. Her çiqas kêm bû jî, ri serî ve serokên berê yên meclîsê, gelek kes hatin guhdarîkirin. Piraniya wan li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nêrînên xwe anîn ziman.”

‘Çareserî terka înkarê û qebûlkirina mafê xwe rêvebirinê ye’

Di daxuyaniyê de hevdîtina Komîsyona Meclisê ya bi Abdullah Ocalan re wekî gavek girîng hate destnîşankirin û ev nirxandin hatin kirin: “Her çiqas dereng û kêm bû jî, çûna Îmraliyê û guhdarîkirina Rêber Apo jî pêk hat. Rêber Apo sedemên ku pirsgirêka Kurd afirandine, ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bingehgirtina biratî û hevpeymaniya dîrokî ya Kurd–Tirk vegot û bi zelalî danî holê ku çareserî bi nasandina mafên bingehîn ên demokratîk ên gelê Kurd û bi peydakirina entegrasyona demokratîk dikare pêk were. Rêber Apo diyar kir ku ev jî tenê bi terka inkarê, dayîna mafên gelê Kurd û bi rêveberiya xweser a li ser bingeha demokrasiya herêmî pêkan e. Gelê Kurd jî her dem gotiye ku li pişt projeya çareseriyê ya Rêber Apo radiweste. Ji ber vê yekê her dem anî ziman ku Rêber Apo ser mûzakerevan e. Her kes jî dizane ku em bi îradeya Rêber Apo ve girêdayî ne.”

‘Kêmasiyên bingehîn di raporê de hene’

KCK li ser rapora komîsyonê ku piştî xebatên bi mehan hate ragihandin sekinî û got ku gelek çewtî û kêmasiyên bingehîn dihewîne. KCKê dibêje: “Ji ber van çewtî û kêmasiyan naveroka raporê zirar dîtiye. Bêguman, çaresernebûna pirsgirêka Kurd bi esasî encama nebûna demokrasiyê ye. Ji bo ku Kurd ji demokrasiyê sûd wernegirin bi israr ji demokratîbûnê dûr dikevin û disekinîn.”

‘Navê pirsgirêkê nehatiye gotin: Bêyî navlêkirinê çareserî nabe’

Di raporê de li ser navlênekirina pirsgirêka Kurd jî hate sekinîn û wiha hate gotin: “Di raporê de navê pirsgirêka Kurd nayê gotin. Bê navlêkirina pirsgirêkê çareserî ne mimkîn e. Di raporê de tê gotin ku çareseriya pirsgirêkê bi rakirina sedemên bingehîn ve girêdayî ye. Lê ev sedem nayên eşkere kirin. Tişta bûye girêka 100 salî ya Tirkiyeyê ew sedem in. Ji sed salan ve ne bi sedeman, lê bi encaman re tê mijûl bûn. Sedema sed salî inkara Kurd ye. Her çiqas tê gotin ku înkar hatiye terk kirin jî di warê qanûnî û siyasî de ev înkar tê domandin. Ji ber vê yekê di raporê de ne navê hebûna Kurd û ne jî navê pirsgirêka Kurd nayê gotin. Gotina biratîya Kurd û Tirk jî nirxeke civakî, çandî, siyasî lê gotinek qanûnî nîne. Ji bo pirsgirêka Kurd neyê gotin bi israr behsa pirsgirêka ‘terorê’ tê kirin. Her wiha tê diyarkirin ku çareseriya mayînde ya pirsgirêka ‘terorê’ bi demokratîkbûnê ve girêdayî ye. Di rastiyê de rapor qebûl dike ku pevçûn ji çareser nebûna pirsgirêka Kurd derdikeve.

‘Rapor kêmasiyan destnîşan dike lê bênav dihêle’

KCKê destnîşan kir ku raporê de tunebûna demokrasiye û pirsgirêkên ji ber vê derketine holê qebûl dike lê cardin jî navên rast li pirsgirêkan nake. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her wiha tê gotin ku heta niha bi hişmendiya ewlehiyê nêzîk pirsgirêkê bûne. Tê diyarkirin ku bi vî awayî çareserî ne mimkûn e. Bi vî rengî, hatiye qebûlkirin ku aliyên civakî, çandî û siyasî yên pirsgirêka Kurd nehatine dîtin. Ev jî tê wateya ku hebûna Kurd nehatiye qebûlkirin û je ber vê pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Di raporê de her tişt di nav çarçoveya ‘terorîzmê’ de tê girtin û nêzîkatiya kevn tê domandin. Di raporê de gelek caran behsa demokratîkbûnê tê kirin. Bi vî awayî sedema pirsgirêka Kurd wekî nebûna demokratîkbûnê tê îşaret kirin. Îma dike ku bi demokrasiyê dê gelê Kurd jî mafên xwe bigire. Lê cardin jî hebûna Kurd û pirsgirêka wekî nav nayê gotin. Gelo bêyî tu nav lê bikî demokratîkbûn dê çawa pêk were? Ma bêyî Kurd demokratîkbûn mimkûn e?”

‘Em peyva terorê red dikin’

Di daxuyaniyê de ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê bikaranîna gotina ‘terorê’ bi tundî hate redkirin û ev nirxandin hatin kirin: “Ji aliyê din ve pirsgirêka Kurd ku sed sal in didome, îtîraz, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd bi hêzên derveyî tê girêdan. Tevgera Azadiyê bi hêza gelê xwe û bi berxwedana fedakârane li gel hemû dijwariyan 52 sal in têdikoşe. Dewleta Tirk jî bi deh salan e ku bi bikaranîna cihê xwe yê jeopolîtîk û endamtiya NATOyê, bi piştgiriya hêzên derveyî li dijî Tevgera Azadiyê êrîş dimeşîne. Rêber Apo bi komployeke ku ABD, Îsraîl û Îngilîstanê pêşengiya wê kir, radestî Tirkiyeyê hate kirin. Heke têkoşîna me li ser gel û hêza xwe nebûya, 52 salan nedidomiya. Di rastiyê de dewleta Tirk bi pêbaweriya li hêzên derveyî, bi girêdana xwe bi siyaseta wan û bi rêvebirina siyasetek li dijî hevpeymaniya hezar salî ya têkiliya Kurd-Tirk, bû sedema giranbûna pirsgirêkan. Ji ber vê yekê gotinên têkoşîna bi hêzên derveyî ve girêdidin ji propagandaya reşkirinê û şerê taybet wêdetir wateyek nîne,”

‘Têkoşîna me têkoşîna herî rûmet a mirovahiyê ye’

Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku ligel hind kêmasiyan jî Tevgera Azadiya Kurdistanê têkoşîna herî bi rûmet a mirovahiyê ye û wiha hate dirêjkirin: “Ji ber vê yekê em qebûl nakin ku Tevgera me bi terorîzmê were damgakirin. Ji aliyê artêş, polîs an jî milîsên girêdayî dewletê ve deh hezaran înfaz çêbûne. Bêguman ji ber ku bi deh salan şer hate meşandin, ji her du aliyan hezaran windahî hene. Rêber Apo gelek caran pêşniyara avakirina komîsyona lêkolîna rastiyan kir ku sûcên şer yên di vê pêvajoyê de hatine kirin werin lêkolîn. Kurtayî, nîşandana windahiyan bi yek alî ne rast e. Zaten em dibêjin ku şer heye, encamên şer giran in, û niha pirsgirêk bi pevçûnan nayên çareserkirin.”

‘Bi gotina terorê pirsgirêka Kurd vedişêrin’

Di duyaniyê de dubare bikaranîna têgeha ‘terorê’ mîna veşartina pirsgirêka Kurd tên nirxandin û ev nirşandin tên kirin: “Bi kurtasî, têgeha ‘terorîzmê’ ku di raporê de gelek caran tê bikaranîn, zirar dide ruhê raporê û sedemên bingehîn yên pirsgirêkan vedişêre. Nîşandana neyînîtiyên şer afirandine mijareke cuda ye. Lê mijara ku komîsyon li ser rawestiye, nebûna nasandina hebûna Kurd û mafên wan yên bingehîn e. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna girêdayî wê ye. Ku pirsgirêk bi rast bê nirxandin dê çareseriya wê hêsantir bibe. Ji ber vê yekê şêwaz, rêbaz û tarzê ku çareseriyê hêsan dike girîng e. Di raporê de bi dehan caran têgeha demokratîkbûnê jî tê bikaranîn. Her wiha behsa maf, dad û mafên bingehîn, azadiya raman û rêxistinê tê kirin. Ev gotin eşkere dikin ku sedema pirsgirêkê ne hêzên derveyî ne jî hinceta ‘terorê’ ye. Ji ber vê yekê nasandina mafên bingehîn ên demokratîk ên gelê Kurd û damezrandina demokrasiyê dê pirsgirêkên ku bûne sedema avakirina komîsyonê çareser bike. Wê demê dê mimkûn be ku bê gotin komîsyon di çareseriyê de bi rola xwe rabûye.”

‘Bi tevahî çekdanîn bi qebûlkirina çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e’

KCK balê dikişine ser mijara çekdanînê ku wekî beşek girîng a raporê ye û van xalan destnîşan dike: “Mijareke berdana çekan û vegera Tirkiyeyê ye. Rêber Apo îradeya kirina siyaseta demokratîk daniye holê. Em dibêjin ku jiyana me ya siyasî û stratejiya me ya têkoşînê piştî niha dê li ser bingeha siyaseta demokratîk be. Ji ber vê yekê berdana çekan li ser bingeha bi awayek azad meşandina siyaseta demokratîk e. Rêber Apo jî bal kişand ku dixwaze jiyana xwe ya siyasî bi meşandina siyaseta demokratîk bidomîne. Ev mijar jî li Tirkiyeyê rast nayê nîqaşkirin. Di rapora komîsyonê de jî rast nayê nirxandin. Em kesên asayî nînin. Gerîlayên çekdar jî kesên ku difikirin vegerin malê nînin. Gotina, ‘çekan berdin û vegerin malê’ nêzîkatiyeke rûmetşikên e. Çek dê bêne berdan, lê piştî wê dê çi bibe? Paradîgmaya Rêber Apo danîye holê têgihiştina siyaseta demokratîk û entegrasyona demokratîk, modela rêxistinê û şêwaza xebatê pênase dike. Ma li ser vê bingehê dê têkoşîna siyasî ya demokratîk a azad bê kirin? Nexwe mirov çima dê biçim Tirkiyeyê ku di nav şertên siyasî yên îro de ku bi boneya siyaseta demokratîk mirov tên girtin? Ji ber vê yekê bi tevahî berdana çekan û vegera Tirkiyeyê tenê bi garantîkirina siyaseta demokratîk pêkan e. Heta astengiyên li pêşiya siyasetê neyên rakirin, mafê azadiya ramanê û rêxistinbûnê yê li ser bingeha qebûlkirina çareseriya pirsgirêka Kurd a girêdayî entegrasyona demokratîk neyê qebûlkirin, çek berdan ne mimkûn e.”

‘Demildest avêtina gavên demokratîk girîng e’

Di daxuyaniyê de hate derbirîn ku sepandina şertên siyasî yên azadiya siyaseta demokratîk tune wekî hişmendiya tasfiye kirina Tevgera Azadiya Kurdistanê hate bi navkirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ji ber vê yekê avêtina gavên demokratîkbûnê yên ku çareseriya pirsgirêka Kurd ên li ser esasê entegrasyona demokratîk girîng e. Bêyî ji holê rakirina sedemên ku pirsgirêk afirandine, gotina ‘çekan berdin û werin’ tiştek îfade nake. Heke bangek ji bo meşandina siyaseta demokratîk a azad hebe, divê guhertinên qanûnî yên ku di rapora komîsyonê de hatine gotin demildest bi cih bên. Me partî betal kir, têkoşîna çekdarî rawestand û şertên xwe pêk anîn. Niha jî divê dewlet şertên siyasî û qanûnî yên ku pêvajoyê pêşve dibe, bavêje.”

‘Divê Rêber Apo azad bibe’

Têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev nirxandin hate kirin: “Dema Kongreya 12an pêk, biryara fesixkirinê hate dayîn û têkoşîna çekdarî hate rawestand wekî xalek esasî biryara, ‘Pêkanîna tiştên di Banga Aştî û Civaka Demokratîk cih digirin tene bi meşandina Rêber Apo mimkûn e’ hate girtin. Ku ligel selek derbasbûyî jî pêşketin zêde çênebibin, sedema vê yekê nebûna şertên azad ên xebatê yên Rêber Apo ne. Muxatabê bingehîn ê Komîsyona Meclîsê li ser rapor amade kiriye Rêber Apo ye. Zaten dewlet bi gotin û daxuyaniyên xwe ev yek qebûl kiriye. Ji ber vê yekê ji bo ku tiştên ku di Banga 27ê Sibatê de hatine gotin bi tevahî û bi awayekî saxlem pêk werin, divê Rêber Apo azad be. Ji bo vê yekê jî divê dewlet muhataptiya ku bi fiilî qebûl kiriye bi fermî jî qebûl bike û şertên azad ên xebatê peyda bike da ku Rêber Apo rola xwe bilîze. Heke ev neyê kirin, baweriya li hember siyaseta çareseriyê ya dewletê dê her tim bê pirsiyarkirin. Heke Tirkiye bi cidiyet dixwaze ji hemû pirsgirêkên xwe xilas bibe û li ser bingeha biratîya Kurd-Tirk li Rojhilata Navîn bibe hêzeke demokratîk a pêşketî, hingê divê Rêber Apo bi eşkere muhatap bigire û şertên ku bi hemû kes û derdoran re têkilî dane peyda bike. Ger ku nayê xwestin pêvajo bixitime, encamên êrenî bên zêdekirin, hingê divê şertên azad ên xebata Rêber Apo bi lezgînî bi cih bên.”

‘Çareserî hemû gelên Tirkiyê eleqedar dike’

Di berdewama axaftinê de hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûn ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê eleqedar dike. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê divê bi hesasiyet berpirsiyariyê bigirin ser milê xwe. Pirsgirêkeke wisa girîng tenê ji insafa dewletê re nayê hiştin. Heke tê xwestin ku hewldanên Rêber Apo encam bidin, divê gelê me, gelên me û hemû hêzên demokratîk li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê rêxistin bibin û têkoşîn bikin. Li her derê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêkên bingehîn bi têkoşînê pêk tê. Li ser vê bingehê di sala duyemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk de divê her kes têkoşînê bilind bike û ji bo ku hewldanên Rêber Apo encam bigirin rola xwe bilîze.”

Etîket: çareseriya pirsgirêka KurdDaxuyaniya KCKêHevserokatiya Konseya Rêveber a KCKêKCKRapora Komîsyona Meclisê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji xwarinê jahrînî bûn

Rapor rê li ber azadiya girtiyên siyasî vedike

18 SIBAT 2026
Xelata Nobelê û aştîxwazî

Ocalan: Mifteya çareseriyê di modela Demokrasiya Herêmî de ye

18 SIBAT 2026
Hevserokê KCKê Bayik: Serhildana gelê Kurd herkes matmayî hişt

Hevserokê KCKê Bayik: Serhildana gelê Kurd herkes matmayî hişt

14 SIBAT 2026
KCKê bang li Şamê kir: Divê êriş bisekinin û muzakere bidomin

KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

12 SIBAT 2026
Kalkan: Xoverdayîşê Rojava newe ra dinya ser o tesîrdar bî

Kalkan: Ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk pêk neyê talûke mezin e

12 SIBAT 2026
Bakur silav da Rojava: Em ê her dem Rojava biparêzin

Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

9 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

    Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê Kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Kurdan: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê konsera pirzimanî: Stranên netewan olan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzan Mîchîel Leezberg: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd dikare bi yekîtiyê xwe biparêze’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (802)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne