Şaxa OHDa Îzmîrê bi dirûşma “Bi hiqûqa demokratîk ber bi civaka azad ve” kongreya xwe pêk anî û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Îzmîrê, 4emîn Kongreya xwe ya asayî bi coşeke mezin li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê li dar xist. OHDê kongreya xwe bi dirûşma “Bi hiqûqa demokratîk ber bi civaka azad ve” kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de ev peyam derket pêş, “Têkoşîna li dijî hiqûqa serdest û avakirina jiyana azad.”
Li salona kongreyê pankartên wekî “Bila mafê hêviyê demildest bikeve meriyetê”, “Jin, jiyan, azadî” û “Parastina Rojava, parastina mafên mirovan e” û wêneyê Tahir Elçî jî hate daleqandin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, parêzer û endamên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), endamên MEBYA-DER û Dayikên Aştiyê beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.

‘OHD li dijî polîtîkayên înkarê xeta berxwedanê ye’
Hevseroka Şaxa OHDa Îzmirê Leyla Çelik di axaftina xwe de destnîşan kir ku civaka îro ber bi bêhişmendî û biyanîbûnê ve tê birin û li dijî vê yekê OHD mîna ‘komuneke parastinê’ ye û got: “OHD ji roja hatiye avakirin heta îro, li hemberî hiqûqa ku bûye amûra zext û înkarê, li ser xeteke polîtîk û biryardar meşiya ye. Em ê li her qadê, ji girtîgehan heta qadên têkoşînê, li dijî hişmendiya mêrserwer û sîstema zordest li ber xwe bidin.”
‘Em ê bi têkoşînê ser bikevin’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmirê Îbrahîm Akın jî diyar kir ku ew di serdemeke dijwar re derbas dibin ku normên hiqûqî nemane. Îbrahim Akın anî ziman ku polîtîkayên dewletê yên ewlehî û asîmîlasyonê her ku diçe tundtir dibin û wiha got: “Em ne li bende ne ku bi ‘niyeta baş’ nêzî me bibin. Em bi têkoşînê qezenc dikin. Em hêvî dikin ku birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên azadiyê demildest bêne berdn û em bi hev re têkoşîna xwe bimeşînin.”
Di kongreyê de gelek nûnerên saziyên sivîl û keça Musa Anter, Rahşan Anter jî axivîn û piştgirî dan xebatên parêzeran.
Bi lîsteyê kongre pêk hat û rêveberiya nû ya OHDa Îzmîrê hat diyarkirin û kongre bi dawî bû.









