Zêdetirî 40 alimên olî yên li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî cezayê darvekirinê ku li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn dan û xwestin ev biryar bê betalkirin.
Komek ji mamostayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî nerazîbûn nîşan dan û ji rejîma Îranê xwestin cezayê darvkirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn bê betalkirin.
42 mamostayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek 42 zana û mamostayên olî yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikîn cezayê darvekirinê ku bi awayek nedadperwerane li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn, betal bikin. Divê desthilata Îranê dawî li pêla desteserkirina welatiyan bîne, heke dawî li zextan neyê anîn wê gel û hikûmet hîn zêdetir ji hev dûr bikeve.”