Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li Dabaşanê bi Serokê YNKê Bafil Talebanî re civiyan û li ser geşedanên dawî gotûbûj kirin.
Li Debaşanê Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Ebdî kir.
Di civîna ku endamê Polîtburoya YNKê Qubad Talabanî jî amade bû, rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.
Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî behsa tevlîbûna xwe di Konfransa Ewlekariya Munîhê de kir û guhertinên dawî yên Sûriyeyê nirxandin.
Mazlûm Ebdî ji ber helwest û piştgîriya wê di tekoşîna li dijî terorîzmê de, spasiya YNKê kir.
Bafil Talabanî jî diyar kir ku piştgîriya wan ji bo Rojavayê Kurdistanê wê berdewam be, heta Sûriye dibe welatek ku maf û nûnertiya hemû aliyan di nav de misoger dibe û hikûmetek were avakirin ku nûnertiya hemû civakên Sûriyeyê bike.













