Wan – Aktivîsta TJAyê Yildiz Çetîn bal kişande ser girîngiya 8ê Adarê û bang li jinên Wanê kir û got: “Werin em li dijî hişmendiya mêrsalariyê deng, reng, tilîlî û yekîtiya xwe bigihînin hev û 8ê Adarê pîroz bikin.”
Li bajarê Newyokê ya (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 8ê Adara 1857an de 40 hezar karkerên tekstîlê ji bo şert û mercên baştir (saetên xebatê werin kêmtirin û mûçe bên zêdekirin) dest bi grevê kirin. Di mudaxileya polîsan de ji ber karker di fabrîkayê de asê man û li ser karkeran derî hat girtin şewateke biguman derket û di vê şewatê piraniya wan jin bi gişî 129 karker jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1910an de li Kopenhangê di Konferansa Jinan a Înternasyonala Duyemîn de, sosyalîsta Alman Clara Zetkîn pêşniyar kir ku ji bo bîranîna karkerên jiyana xwe ji dest dane, 8ê Adarê weke “Roja Jinên Cîhanê” bê naskirin. Ev pêşniyar bi yekdengî hat qebûlkirin. Her wiha di sala 1917an li Rûsyayê jinan bi dirûşma “Nan û Aşitî” greveke mezin da destpêkirin. Roja destpêkirina vê tevgerê jî li gorî salnameya Miladî rastî 8ê Adarê dihat. Piştre di sala 1977an Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî fermî qebûl kir ku 8ê Adarê weke “Roja Mafên Jinan û Aştiya Cîhanê” bê pîrozkirin.
8ê Adarê ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye di heman demê de rojeke çalakî û hişyariyê ye ku li ser mafên jinan, tundiya li dijî jinê û wekheviya aborî tê nîqaşkirin. Bi boneya xebatên 8ê Adarê, AktîvîstaTJAyê ya Wanê Yildiz Çetîn derbarê kar û xebatên de ji ajansa me re axivî.
‘Jina Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe îro li hemû cihanê tê nasîn’
Aktîvîsta TJAyê Yildiz Çetîn dîyar kir ku ew ê ji îro şun ve dest bi xebatên xwe yên 8ê Adarê bikin û têkildarî mijarê wiha got: “Jinên Kurd ne rojekê, her roj di çarçoveya 8ê Adarê de xebatan dimeşînin. Rastiyek hebû ku jina Kurd nedihat nasîn lê belê îro bi têkoşîn û berxwedana xwe li giştî cihanê tê nasîn. Bi salan e jin ji bo azadiya xwe û civaka xwe pêşengtiyê dike, têkoşînekê dimeşîne lewma daxwazî û hêviya me ew e ku ev sed sal bibe sedsala azadiya jinê. Heke jin azad nebe civak jî azad nabe. Her çiqas di nava mal û civakê de karbeşiyek hebe jî berpirsyariya jinê her tim zêdetir e. Lewma hişmendiya azadiya jinê divê di nava tevahî jinan de bê avakirin ku em bikaribin malbat û tevahî civaka xwe azad bikin.”

‘Hêza Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hêj bêtir hate dîtin’
Yildiz Çetîn bi bîr xist ku jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava kir û wiha berdewam kir: “Bi salan e li Rojavayê Kurdistanê şerek hebû û hêj jî heye. Di vî şerî de jinên Kurd û dayîkên Kurd bi têkoşîna xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞê li cihanê deng vedan. Di şexsê Rojavayê Kurdistanê de hêza jinên Kurd hêj bêtir hate dîtin. Her wiha kezî ji bo me sembolek e. Çeteyan xwestin bi jêkirina keziya me peyamekê bidin lê belê ew kiryara wan çeteyan di şexsê jina Kurd de yekitiya tevahî jinên cihanê ava kir. Jinên çar parçeyên Kurdîstanê û giştî cihanê, keziyên xwe honandin û ev feraseta qirêj lanet kir. Di vê çarçoveyê de felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji ber ku ne tenê azadiya jinên Kurd, azadiya hemû jinên cihanê di dixwaze, li tevahî cihanê belav bûye. Her wiha di şexsê Jîna Emînî de jî yekitiya jinên Kurd û jinên cihanê xurt bûye.”
‘Her roj bi destê zelaman Gulîstan, Rojîn û Narînên me tên kuştin’
Yildiz Çetîn bal kişand ser kuştin û tundiya li ser jinan û axaftina xwe bi dawî kir: “Tê zanin ku li bakûrê Kurdistanê û Tirkiye her roj bi destê zilaman Gulîstan, Rojîn û Narinên me têne kuştin. Lê belê di derbarê van kûjeran de tiştek nayê kirin. Me wek jinên li Wanê di 8ê Adara 2025an de ji bo Rojîn Kabaîşê dengê xwe bilind kir ku heya niha jî kujerên Rojînê dernexistine holê. Helbet em ê lêpirsina kujerên Rojînê berdewam dikin. Em îsal dîsa li qadan in. Em ê bi deng, reng û tililîyên xwe ve 8ê Adarê pîroz bikin. Ji îro şûnde heya 8ê Adarê em ê bi hemû xebatên xwe ve li her qadeke Wanê de bibin dengê jinê. Hemû kar û xebatên me wê ji bo ku qetilkirina jinan xelas bibe, kes dest dirêjiyê li jinan neke û gotinên jinan paşguh neke be. Ez bangawaziyê li jinên Wanê dikim ku Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo we li vê derê ye. Werin em deng, reng, tililî û yekitiya xwe bigihînin hev û 8ê Adarê pîroz bikin. 8ê Adarê li hemû jinên Wanê û jinên cihanê pîroz be. Jin Jiyan Azadî.”












