• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Ji bo aştiyeke mayinde divê gorên windayan bên aşkerekirin’

    ‘Ji bo aştiyeke mayinde divê gorên windayan bên aşkerekirin’

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

    DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

    Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me

    Di civîna komîsyonê de krîza girtekan derket

    Di civîna komîsyonê de krîza girtekan derket

    Cengîz Çiçek: Kê girtekên hevdîtinê tomar kir?

    Cengîz Çiçek: Kê girtekên hevdîtinê tomar kir?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Ji bo aştiyeke mayinde divê gorên windayan bên aşkerekirin’

    ‘Ji bo aştiyeke mayinde divê gorên windayan bên aşkerekirin’

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

    DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

    Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me

    Di civîna komîsyonê de krîza girtekan derket

    Di civîna komîsyonê de krîza girtekan derket

    Cengîz Çiçek: Kê girtekên hevdîtinê tomar kir?

    Cengîz Çiçek: Kê girtekên hevdîtinê tomar kir?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan ji Konferansa Meclîsa Îştarê re peyam şand

Navenda Nûçeyan / AW

5 KANÛN 2025 - 11:22
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji Konferansa Meclîsa Îştarê ya 14emîn a Wargeha Penaberan a Mexmûrê re şand û got: “Pêvajoya Civaka Aştî û Demokrasiyê bi serkeftî encam bibe wê rêya vegera gelê Mexmûrê ya li ser xaka wan jî vebe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji bo Konferansa Meclîsa Îştarê ya 14emîn a Wargeha Penaberan a Mexmûrê re şand û konferans silav kir.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

“Ez bi hêvî me ku konferansa Meclîsa Jinan ya Mexmurê ku dê pêk bînin, wê têkoşîna jinan ya azadî û wekheviyê bilind bikin, erk û berpirsyariyên xwe yên di avakirina Civaka Aştî û Demokrasiyê de bi cih bînin.

Bêyî azadiya jinan sosyalîstbûyîn nabe

Demek nû dest pê dike. Pergaleke demokratîk û komînal wê di pêşengiya jinan de pêş bikeve. Pêvajoya demokratîk, komînalîst şêweyê civaka jin-dayîkê yê nûjenbûyî ye. Xwegihandina rastiya civakî jî encex bi vê rêbazê dikare pêkan be. Heya ku desthilatdariya zilam neyê derbaskirin, di qadên felsefe, zanîst, etîk, estetîk û ol de heqîqeta civakî dernakeve holê. Heya çanda zilamê desthilatdar ya di kurahiya civaka dema nû de veşartî neyê hilweşandin, weke Marksîzmê jî daye îspatkirin serxistina sosyalîzmê jî ne gengaz e. Xwegihandina sosyalîzmê di azadiya jinê re derbas dibe. Bêyî azadiya jinan sosyalîstbûyîn nabe. Sosyalîzm nabe. Di vê wateyê de bingehên xebatên siyasî, aborî, çandî yên Meclisa me ya jinên Mexmûrê pêwîst e li ser vê yekê pêk bê.

Gelê me yê Mexmûrê ku bi zorê ji cih û warên xwe bûne, tevî hemû zoriyan, çewisandin û zilmê dest ji nasnameya xwe, çanda xwe bernedan, di nava çolê de jiyanek avakirin û biserxistin. Bi vî awayî bûne parçeyek ji têkoşîna azadiyê ku cihê wan yê di têkoşîna me de bênîqaşe.

Ji bo vegera welat pêwîst e zemîne hiqûqî û civakî were avakirin

Naskirina gelê Kurd ya di nava hiqûqê de, vebûna qenalên siyaseta demokratîk, xistina bin ewlehiyê ya maf û azadiyê ji aliyê çareseriya mayînde ve girîng e. Vegera gelê Mexmurê jî di van mercan de wê bi wate be. Ji bo vegera li welat pêk were, pêwîst e zemînê siyasî, hiqûqî û civakî were avakirin. Ne kes an malbat, divê di çarçoveya siyasî û hîquqî de vegera kolektîf bê nîqaşkirin. Gelê Mexmûrê ku mexdûrê şer û pevçûnan e di heman demê de kirdeya Civaka Aştî û Demokrasiyê ne jî. Ez bawer im ku pêvajoya Civaka Aştî û Demokrasiyê bi serkeftî encam bibe wê rêya vegera wan ya li ser xaka wan jî vebe. Di vê çarçoveyê de gelê me û konferansa we silav dikim.

Bi Silav û Hezkirinên xwe yên bêdawî.

Abdullah Ocalan

15.10.2025”

Etîket: Konferansa 14emînMeclisa ÎştarêPeyama Abdullah OcalanWargeha Penaberan a Mexmûrê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Mexmûrê Konfransa Meclîsa Îştarê dest pê kir

Li Mexmûrê Konfransa Meclîsa Îştarê dest pê kir

5 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (67)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne