Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayiş), li bajarê Kobanê kesên di nava tora bazirganên tiryakê de cih digirin zeft kirin.
Malpera fermî ya Asayişê ya Kobanê daxuyanî da û anî ziman ku wan kesên di nava tora bazirganiya tiryakê de cih digirin zeft kirine. Nûnerên Asayişê anîn ziman ku di encama lêkolînê de kesên tiryakê dikirin û difiroşin şopandine û ev kesên bazirganiyê dikin zeft kirine. Nûnerên asayişê diyar kirin ku di operasyonê de kesên tiryakê dikirin û belav dikin girtine û berfirehî agahî kom kirine.