TJAyê bi şiara “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Geverê pîroz kir. Aynûr Sarica ku di bernameyê de axivî got: “Bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ em li qadan e, li kolanan e û hemû cihan e.”
Tevgara Jinên Azad (TJA) li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi şiara “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li eywaneke li navçeyê pîroz kir. Jinên ku li ber deriyê DEM Partiyê ya Geverê kom bûn, bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi tilîlî û çepikan û erbaneyan, heta eywanê meşiyan. Parlamentera Colemêrgê ya DEM Partiyê Oznûr Bartin, endama Akademiya Jineolojiyê Aynûr Sarica, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên Geverê û gelek jin tev li bernameya pîrozbahiyê bûn. Li eywanê pankartên ku li ser “Sonda me kezîzerên me ne”, “Rojava rûmeta me ye”, “Yek gotin yek çalakî”, “Jin jiyan azadî” hatin daliqandin. Bernameyê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir.
‘Îro bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em li her derê ne’
Di pîrozbahiyê endama Jineolojiyê Aynûr Sarica bal kişand zext û zordariya li ser jinan û got: “Di dîrokê de heta niha her hewldane ku jinan tenê di nav malê de bihêlin. Li gor pergala serdest jina herî baş jina herî bêdeng e. Lê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro bi felsefeya “Jin jiyan azadî” em li qadan e, li kolanan e û hemû cihan e.” Aynûr Sarica li ser pêvajoya Aitî û Civaka Demokratîk jî nairxandin kir û wiha pê de çû: “Ji bo muzakereyê jî gere bi Rêber Apo re têkilî bên danîn. Rêber Apo bi pêvajoya Aşti û Civaka Demokratîk hewl dide pirsgirêka Kurd çareser bike û aştiyeke bi rûmet pêk bîne lê hêj di bin tecrîdê de ye. Tecrîd çawa dê bê şikandin, tecrîd bi fizîkî azadbûna Rêber Apo dê li holê bê rakirin. Heta ku hevalên me yên girtî, hevalên jin hemû werin berdan, heya civakeke azad, civakeke demokratîk û aştiya mayinde pêk bê wê demê dê pêvajo encam bigire.”
‘Em hene em ê her hebin’
Parlamentera DEM Partiya ya Colemêrgê Oznûr Bartin jî 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Oznûr Bartin bal kişand ser Şoreşa Jinê ya Rojava û got: Mehek berê li Rojavayê Kurdistanê xwestin îradeya jinan têk bibin. Êrişke wekî êrişa li ser Kobanê, erişeke pir qirêj meşandin. Destpêkê li ser jinê dane meşandin. Daxwaza wan ew bû ku hişê jinê, fikrê jinê ji holê rakin da ku avakirina civakeke demokratîk û azad asteng bikin. Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yekem li ser laşê jinê destdirêjî kir, destê xwe dirêjî porê me kirin. Lê me got em bi vehûnandina porê xwe, bi qeziyên xwe û bi qezîzerên xwe em hene. Çi qas eriş bikin jî em hene, em ê her hebin.”














