Balafirên şer ên Artêşa Tirk ji 8ê çile heta niha êrîşên li ser Bendava Tişrînê berdewam dike. Di 10 rojên dawî de 8 kesên sivîl kuştin û 55 kes jî birîndar kirin.
Artêşa Tirk bi SÎHAyê êrişî nobedarên li bendava Tişrînê kir. Li gorî çavkaniyên herêmî di êrîşa balafirê de kuştî û birîndar hene. Artêşa Tirk her roj bi SÎHAyê êrîşî nobedarên li ser Bendava Tişrînê dike. Heta niha 4 caran bi SÎHA êrîş kir û hat duh di êrîşan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 55 kes jî birîndar bûbûn.
8ê çileyê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li van êrişan ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.
8ê ÇILEYÊ
Dema karwanê wesayîtên gel nêzî bendavê bû, dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê bi balafirên bêmirov û biçek karwan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.
15ê ÇILEYÊ
15ˈê Çileyê jî dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê kawanê gel bombebaran kir. Di encamê de şêniyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.
Di heman rojê de dema ku karwanê gel ê kantona Firatê diçû bendavê, dewleta Tirk a dagirker li cihê kombûna gel da. Li wir jî 3 sivîl şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn.
16ê ÇILEYÊ
16ˈê Çileyê, balafirên şer ên dewleta Tirk nobedarên Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di encamê de şêniyek şehîd bû, 3 jê rojnamevan 17 şênî jî birîndar bûn.