Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li Dijî Nijadperestiyê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xist rojeva Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û hat gotin mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan tê binpêkirin.
Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li Dijî Nijadperestiyê (MRAP) biryarên Kongreya 12emîn a PKKê ku bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin wergirtin, xist rojeva Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî. MRAPê raporek pêşkêşî konseyê kir ku rûniştinên wê yên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî yên 59emîn wê li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî di navbera 16ê Hezîranê û 9ê Tîrmehê de bêne lidarxistin. Di raporê de bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku piştgiriyê bide pêvajoyê.
Li gorî nûçeya ANFê; di raporê de hate gotin: “Li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo naskirina maf û azadiya bingehîn a gelê Kurd meha Gulanê bi banga çekdanînê ya Abdullah Ocalan û biryara fesixkirinê ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) derbasî serdemeke nû bûye” û işaret bi rewşa li girtîgehên li Tirkiyeyê û ragirtina Abdullah Ocalan hate kirin.
Têkildarî rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê hate bibîrxistin ku Komîteya li dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CAT) di Tîrmeha 2024an de di Çavdêriyên Encamê de ragihand ku ji aliyê serxwebûna dadger, dozger û parêzeran ve paşketineke cidî heye.
Her wiha hate ragihandin ku li Îmraliyê rejîmeke tecrîdê ya taybet heye û hate gotin: “Bi tecrûbeyên ji rejîma taybet a li Girtîgeha Îmraliyê wergirtî, ku Abdullah Ocalan ji Sibata 1999an û vir ve girtî ye, sîstema siyasî ya Tirkiyeyê sîstema heyî ya girtîgehan ava kiriye. Îmrali weke qadeke li derveyî sîstema hiqûqa Tirk jinûve hate avakirin û pîvanên giştî yên hiqûqî li vê derê ya nehate bicihanîn ya jî bi taybetî ji bo Îmraliyê guhertinên qanûnî hatin kirin.”
Di raporê de bi taybetî işaret bi asta tecrîdê ya li Îmraliyê hate kirin û hate gotin:”Di nava 12 salên destpêkê de mafê hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re hefteyê rojekê, saetekê bû. Ev hevdîtin jî gelek caran bi hincetên xerabûna keştiyê, yan jî şert û mercên nebaş ên hewayê hate astengkirin. Ji 27ê Tîrmeha 2011an û pê ve jî, di navbera Gulan û Tebaxa 2019an de tenê pênc caran hevdîtina parêzeran pêk hat; hevdîtina herî dawî jî 7ê Tebaxa 2019an bû.
Di 27ê Sibata 2025an de Ocalan di çarçoveya heyetekê de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Lê belê ev hevdîtin nayê wê wateyê ku qedexeya parêzeran rabûye. Parêzer her hefteyê ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê belê ti bersivê nikarin werbigirin.”
Mafê hêviyê tê binpêkirin
Di raporê de hate destnîşankirin ku divê Abdullah Ocalan xwedî mafê hêviyê be û ev yek hate gotin: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe ya 18ê Adara 2014an a têkildarî Ocalan de hikum da ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî eger derfetê xwe yê berdana bi şert nebe, binpêkirina pîvana ‘mafê hêviyê’ ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.
DMMEyê destnîşan kiriye ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê bêyî derfetê berdana bi şert êşkence ye û hikumet divê piştî demekê karibe jinûve binirxîne. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna Îlona 2024an de ev mijar careke din xist rojeva xwe û ragihand ku cezayên bi vî rengî êşkence ye, ji bo her mehkûmî divê mekanîzmayeke jinûve nirxandinê bi cih bê anîn.
Di civîna CAT a Tîrmeha 2024an de rayedarên Tirk diyar kirin ku li girtîgehên Tirkiyeyê ji sedî 1.24 ê mehkûman (nêzî 4.348 kes) bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hatine cezakirin ku mafê wan ê berdana bi şert nîne. Li gel ku 11 sal di ser biryara (2) a Ocalan a DMMEyê derbas bûne, hîn jî bi hezaran mehkûm û Ocalan neçar dimînin encamên hilweşîner û giran ên vê rejîmê rakin.”
‘Abdullah Ocalan îradeya aştiyê daniye holê’
Di raporê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Ocalan hate bibîrxistin û wiha hate gotin: “Polîtîkaya îzolasyonê ya li ser Abdullah Ocalan ji ber bandora wî ya li ser gelê Kurd e. Dewlet bi rêya tecrîda li ser Ocalan li hemberî civaka Kurd helwesteke neyînî nîşan dide. Lê belê Ocalan bandora xwe ji bo tevkariya li çareseriya aştiyane ya meseleeya Kurd nîşan da, îradeya vê yekê nîşan da.
Di 27ê Sibata 2025’an de bi rêya Heyeta Îmraliyê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û ragihand ku eger şert û mercên pêwîst ên hiqûqî û siyasî bêne afirandin, divê PKK xwe fesix bike û çekê nîne. Bang li hikumetê hate kirin ku azadiya fikrî pêk bîne û dest ji înkarkirina nasnameya Kurd berde. PKKê diyar kir ku ew ê li gorî vê bangê tevbigere, ji 1ê Adara 2025an û pê ve agirbest ragihand û piştre jî biryara fesixkirinê da.”
Encam û pêşniyar
Di beşa encam û pêşniyaran a raporê de hate gotin: “Rejîma tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan û mehkûmê din, hiqûqa navneteweyî binpê dike û di çareseriya meseleya Kurd de yek ji astengiyên herî mezin e.
Di vê demê de ku bala civaka navneteweyî li ser rola herêmî ya Tirkiyeyê ye, binpêkirinên mafên mirovan ên li nava Tirkiyeyê, bi taybetî binpêkirinên li hemberî dengên muxalîf û hindikahiyan – di serî de gelê Kurd- nabe ku ji nedîtî ve bên. Ji bo pêvajoya aştî û demokratîkbûnê bi ser bikeve MRAP vê bangê dike: Rayedarên Tirk divê biryarên DMMEyê û pêşniyarên CAT û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî yên ku sala 2024an kir, bixin meriyetê. Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi rengekî taybet bala xwe li ser bûyerên li Tirkiyeyê be, rapora xwe ya 2017an nû bike û binirxîne.”