Tirkiye û çeteyên wê dora Bendava Tişrînê careke din topbaran kirin. Li bendavê bi hezaran şênî li dijî êrişan nobetê digirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê dora Bendava Tişrînê careke din topbaran kirin. Nehat zanîn ku di topbaranê de ka xesarek çêbûye an na.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ji 8ê Kanûna 2024an vir ve Bendava Tirşînê û şêniyên li bendavê nobetê digirin, dikin armanca êrişan.