Li Rojavayê Kurdistanê berfa ku ji şevê din ve dibare, gund û bajarên herêmê di bin berfê de hiştin. Bi barîna berfê re rewşa koçberan jî girantir bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li Rojavayê Kurdistanê ji şevê din ve berf dibare. Bi barîna berfê re astengî di jiyana rojane de derketin. Herêmên Rojava ku salên berê kêm berf lê dibariya bi barîna berfa zêde rojên awarte jiyan.
Li gel sermayê û barîna berfê, rewşa jiyanî ya bi sedhezaran koçberên ji ber êrişan neçar man dest ji malên xwe berdin xirabtir kir.














