Hevserokê Desteya Jîngehê ya Herêma Kantona Firatê Arîf Balî li ser berxwedana Bendava Tişrînê diyar kir ku gel ji bo parastina Bendava Tişrînê canê xwe dide û çavkaniya Berxwedana Bendava Tişrinê hêz û çavkaniya xwe ji Berxwedana Kobanê digire. Arîf Balî destnîşan kir ku berxwedan dîsa dîrokê dinivîse.
Berxwedana Bendava Tişrînê 50 roj in didome. Gel li dijî êrîşên li ser Bendava Tişrînê di 8ê Çile de bi karwaneke mezin berê xwe dan bendavê û li ser bendavê dest bi nobeta parastina Bendava Tişrînê kirin. Di roja ewil de balafira şer SÎHA ya Tirkiyeyê êrîşî karwanê kir. Di êrîşê de 5 welatî hatin kuştin û 16 welatî jî birîndar bûn. Di van 50 rojî de zêdeyî 5 caran Tirkiyeyê bi SÎHAyan êrîşî mertalên zindî ku li ser Bendava Tişrînê nobedê digirin kir. Di êrîşên li dijî mertalên zindî de heta niha rojnameger, şanoger, aktîvîstên jin û siyasetmedar jî di navde 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 221 kes jî birîndar bûne.
Li gorî detayên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di encama êriş û bombebarana dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, nava 2 mehên dawîn de herî kêm 82 welatî hatin kuştin. Zêdetirî 250 sivîl jî birîndar bûn.
Balafirên Tirkiyeyê êriş dikin
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Herêma Kantona Firatê Arîf Balî li ser berxewdana Bendava Tişrînê ku 50 nojin didome, ji Bernameya Mijarek û Mêvanek a rojnameya Xwebûnê re axivî.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Herêma Kantona Firatê Arîf balî anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê di nava şoreşekê de ye û wiha got: “Ji 2011an heta îro nêzî 14 sal in rejîma ku li herêmê serdest bû hilweşiya. Li tevahiya Sûriyeyê kaosek pêş ket. Piştî hilweşîna rejîmê li ser herêmên me jî êrîş pêk hatin. Çeteyên radîkal ku fermanê ji Tirkiyeyê digirin û balafirên Tirkiyeyê êrîşî herêma kurdan dikin. Êrîşî Şêxmeqsûd, Minbic, Eşrefiye û Şehbayê dikin. Êrîşî herêmên ku di bin Rêveberiya Xweser de ne, dikin. Di encama êrîşên li ser herêma Şehbayê de, gelê me ji Şehbayê koç kir. Gelê Kantona Firatê û kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 48 rojin li ser bendava Tişrînê li ber xwe didin. Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî mertalên zindî di bin êrîşên balafiran de li ser Bendava Tişrînê nobetê digirin.
Artêşa Tirk li dijî HSDê şer dike
Arîf Balî anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya ‘Em axa xwe, ava xwe û enerjiya xwe biparêzin’ dest bi nobetê kirine û wiha axivî: “Niha herî zêde şer 10 kîlometre nêzî Bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê didome. Berê yên li dijî HSDê şer dikir komên çete bûn. Lê niha yên li dijî HSDê şer dikin Artêşa Tirk e. Niha li herêmê nirxên tevahî hene. Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê nirxên giştî ne. Lê mixabin Dewleta Tirk her tiştî ji bo xwe dike hedef. Ji bo jiyanê li gelê herêmê reş bike her tiştî dike hedef. Tirkiye di dîrokê de her tim li dijî gelê kurd dijminantî kiriye. Her kesên ku li tenişta gelê kurd cih digirin û di nava Şoreşa 19ê Tîrmehê de cih girtibin, dibin hedefa Tirkiyeyê. Ji ber ku li vir Rêveberiyek Demokratîk û xweser hatiye avakirin, Tirkiye vê yekê qebûl nake û êrîş dike.”
Berxwedan dîrokê dinivîse
Arîf Balî da zanîn ku her kes dizane ku Kobanê bi şerê li dijî DAIŞê di cîhanê de hat naskirin û wiha berdewam kir: “Hemû alem berxwedana Kobanê dizane. DAIŞ li vir li dijî YPG û YPJê têk çû. Hemû gelê kurd di 2014an de li Kobanê bû yek û berxwedaneke cîhanî nîşan da. Vîna gel li dijî gotina Erdogan a ‘Ket ha ket’ bi ser ket. Serkeftina Kobanê bû sedem ku DAIŞ li Kobanê û hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk biçe. Xeyala Erdogan ew bû ku Kobanê bikeve. Lê serketina Kobanê bû mîna stiriyekî û ket qirika Erdogan. Ji bo tola xwe hilîne zêdetirî 2 meh in êrîşên xwe yên li ser Pira Qereqozakê û Bendava Tişrînê didominin. Lê li dijî van êrîşan em dibînin ku lehengiyeke wekî ya Kobanê dîsa li Pira Tişrînê û pira Qereqozaxê xwe dubare dike. Dîsa berxwedan dîrokê dinivîse.
‘Êdî ew bendava şehîdan e’
Arîf Balî bal kişand ser berxwedana ku li Tişrinê pêş dikeve jî rawestiya û wiha wiha lê zêde kir: “Li ser pira Qereqozaxê û Bendava Tişrinê şervanek xwe ji bo gel dike fedayî. Li vir nirxên giştî hene. Bendaveke wekî ya Tişrînê tê parastin. Me navê wê kir bendava şehîdan. Li ser bendava Tişrînê 24 welatî şehîd bûn. Zêdetirî 220 kesan birîndar bûn. Ev bendav bûye bendava şehîdan. Zêdetirî 2 meh in bi taybet Kobanê bê av, bê ceyran e. Di serî de karwana ku 35 kîlometre mabû bigêje Bendavê hat bombebarankirin. Lê tevî êrîşê jî gel bi ruhê Apoyî xwe gihand bendava Tişrînê. Ev meşa gel bû sedem ku berxwedan heta îro jî bidome. Îro kurd, ereb, suryan, aşûrî û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê li ber xwe didin û canê xwe didin. Wekî erkekî li ser milê xwe dibînin. Di êrîşa ewil de 5 welatî heşît ketin û 16 kes birîndar bûn. Lê karwanê meşa xwe berdewam kir. Bi êrîşan vîna gel nehat kişandin. Dijberî vê yekê gel bêtir vîn û berxwedan xurt kir.”
‘Gel ji bo hebûna xwe bendava Tişrînê diparêze’
Arîf Balî da zanîn ku dê karwaneke din ji Kantona Firatê derbasî Bendava Şehîdan bibe û wiha berdewam kir: “Ev karwan dê nobedariya gelê Tebqa û Reqqa dewir bike. Ev berxwedan û lehengi dê li herêmê bidome. Îro berxwedana li Bendava Tişrînê pêk tê, berdewamiya berxwedana Kobanê ya 2014an e. Li vir kedek hatiye dayîn. Berdêl hatine dayîn. Ji ber vê yekê têkoşîna hebûn û tunebûnê pêş dikeve. Gel ji bo hebûna xwe bendava Tişrînê diparêze. Dewleta Tirk her roj bi balafirên şer û balafirên bêmirov êrîşî bendavê dike. Bi her awayî êrîşî gel dikin û dixwazin berxwedanê bişkînin. Çawa ku di 2014an de nikarîbûn vîna gel bişkînin, dê niha jî nikaribin vîna gel bişkînin. Çawa ku li Sûrê Çîgaren got ‘Çi dibe bila bibe dê encam muhteşem be.’ Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dê encameke muhteşem pêş be.”
‘Berxwedana Tişrinê ruhê Kurdistanê ye’
Arîf Balî bal kişand ser bandora êrîşên Tirkiyeyê yên li ser gel û wiha pêde çû: “Di 2014an de dema Tirkiye û çeteyan xwe êrîşî Kobanê kirin û xwest Kobanê dagir bikin, sedem çibû? Kobanê Kantona Efrîn û Kantona cizîrê bi hev ve girê dida. Dîsa Kobanê di şoreşa Apoyî de xwedî taybetmediyek e. Bi dagirkirina Kobanê xwest 3 kantonan ji hev qut bikin û dagirkirine fireh bikin. Li vir vîna gel li dijî êrîşan li ber xwe bide. Wê demê Rêber Apo bang kir û xwest her kes tev li berxwedanê bibe. Gelê me sînor rakirin. Ji ber berxwedana dîrokî 1ê mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê ilan kir. Îro berxwedana li Tişrînê pêş dikeve, ruhekî Kurdistanî diparêze. Îro serkeftina ku li Pira Tişrînê û Qezeqozaxê bê îlankirin, serkeftina Kurdistanî ye. Ev serkeftin dê bibe ku gelê kurd li her derê azad bijî. Gelê me û gelê Rojhilata Navîn tev gihiştiye vê baweriyê ku çareserî di destê Rêber Apo de ye. Ji ber vê yekê Tirkiye xwe davêje hembêza Rêber Apo. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo dê ji bo her kesî bibe çareserî. Dê bibe çareseriya hemû pirsgirêka gelê Rojhilata Navîn.”
‘Tirkiye her tiştî dike hedefa xwe’
Arîf Balî bal kişand ser bandora êrîşan a li ser binesaziyan û wiha got: “Îro Tirkiye bi balafirên şer hemû tiştan ji bo xwe dike hedef. Ceyran kiriye hedef, saziyên avê û sotemeniyê kiriye av. Cihê xwarin û nan kiriye hedef. Hemû gund û warên jiyanê dike hedef. Jiyanek pir zahmet heye. Lê tevî hemû zahmetiyan gel her tişt daniye alî û vîna xwe ya şoreşgerî derxistiye pêş. Niha rewşeke ziyanî ya zahmet heye. Gel vîna xwe ya şoreşgerî derxistiye asta jor. Tişta ku îro li Tişrîn, Qereqozax û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikeve, pîvanên Şerê Gelê Şoreşgerî xistiye pratîkê. Ji ber ve yekê dayikan li ser bendava Tişrînê gotin ‘Em ji mirinê mezintir in.” Gotin em dikarin bê av, nan û enerjî bijîn. Lê em nikarin bê nûmet bijîn. Gel bi her awayî li ber xwe dide. Gelê li herêmê dijî jî soz daye ku dê ji bo jiyanek bi rûmet û edalet li cem me cih bigire.”
‘Neteweyên Yekbûyî temaşe dikin’
Arîf Balî herî dawî bal kişand ser nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî jî rawestiya û wiha got: “ Di pratîkê de tu hêzan ji bo gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tiştek nekiriye. Tu gavên pratîk neavitine. Niha jî balafirên Dewleta Tirk li ser kobanê difirin û êrîşan pêk tînin. Li van herêman welatî dijîn. Lê dewlet rojane bombe dikin. Zarokan qetil dikin. Kal û pîran qetil dikin. Lê koalîsyona navdewletî û Neteweyên yekbûyî heta niha gavên pratîk neavêtine. Eger durist bin, divê rê li pêşiya van êrîşan bigirin. Divê pratîka wan li gorî axaftinên wan bin.”