• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin  HATE NÛKIRIN

    Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin HATE NÛKIRIN

    Li Amedê cangorî hatin bibîranîn: Bi saya wan pêvajoyê dest pê kir

    Li Amedê cangorî hatin bibîranîn: Bi saya wan pêvajoyê dest pê kir

    29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

    29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

    Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

    Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

    Cenazeyê Ehmed Huseynî gihîşt Rojava

    Cenazeyê Ehmed Huseynî gihîşt Rojava

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Êlih / AW

28 ADAR 2026 - 16:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya MEBYA-DERa Êlihê de bi girseyî serdana şîna Mehmet Edîp Taşar, gerîlayên PKKê Nîhat Adin (Fırat), Kadîme Îmîr (Rojda) û Salîme Îmîr (Têkoşîn) hate kirin.

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Êlihê de bi girseyî serdana şîna Mehmet Edîp Taşar, gerîlayên PKKê Nîhat Adin (Fırat), Kadîme Îmîr (Rojda) û Salîme Îmîr (Têkoşîn) hate kirin. Şîna Mehmet Edîp Taşar ê dema girtî bû li nexweşxaneyê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li Mala Şînê ya Tereceyê ya li Taxa Tilmercê hate ziyaretkirin.

Şîna gerîlayên PKKê Nîhat Adin (Firat) ku di sala 1995an de li Çiyayê Cûdî, Kadîme Imir (Rojda) ku di sala 1995an de li Botan û Selîme Imir (Têkoşîn) ku di sala 1995an de li Botanê jiyana xwe ji dest dabûn li Mala Şînê ya M. Salîh Mûtlû ya li Taxa Hîlal hate ziyaretkirin. Di şînê de rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kes amade bûn. Girseya ku serdana van her du şînan kir dirûşma “Şehîd namirin” berz kir û wisa derbasî hundir bûn. Piştî re girseyê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyekê rêz girt û piştî rêzgirtinê dîsa dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Du re dua hatin kirin.

‘Şehîdên me bi beden û keda xwe hebûna Kurdan parastine’

Hevserokê TUAY-DERê Hasan Arigtekîn ku li şînê bû axivî û got: “Em her tim şehîdên xwe di dil û mêjiyê xwe de bi bîr tînin û li hemberî wan rêz digirin. Ji Kawayê Hesinkar heta Mazlûm Doganan di rêya azadiya vî welatî bedelên gelek giran dane. Şehîdên me bi beden û keda xwe hebûna Kurdan parastine. Dewleta desthilatdar ku îro di nava vê pêvajoyê de cih digire bi saya hevalên me yên ku ked dane ne. Em careke din dibêjin bijî Rêber Apo, bijî berxwedana zindanan û şehîd namirin.”

‘Şehîd şehîdên me hemûyan e’

Malbatên cangoriyan jî bi xêr hatina mêvanan kirin û gotin: “Şehîd şehîdên me hemûyan in. Mala we hemûyan ava be. Di serî de serê Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û gelê Kurd sax be. Şehîd namirin.”

Piştî serdanê şîn bi dawî bûn.

Etîket: MEBYA-DERa ÊlihêMehmet Edîp Taşar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

27 ADAR 2026
Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hate veşartin

Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hate veşartin

25 ADAR 2026
Girtiyê nexweş Edîp Taşar jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Edîp Taşar jiyana xwe ji dest da

24 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Serhivde li Farqînê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Kaniya wêjeya niviskî wêjeya devkî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1078)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne