Platforma Saziyên Demokratîk ji bo banga mîtînga “Hêvî û Azadiyê” ku di 4ê Çile de li Qada îstasyonê pêk bînin, sînevîzyoneke ku ji meş, mîtîng û daxuyaniyên girseyî yên ji bo azadiya fizîkî pêk tên amade kir.
Platforma Saziyên Demokratîk di 17ê Kanûnê de bi deklarasyoneke girseyî banga mitînga 4ê Çile ku li Qada Îstasyonê pêk bê kirin. Xebatên Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ya ji bo mîtînga 4ê Çileya 2026an ku bi dirûşma “Hêvî û azadiyê” qatda Îstayonê ya amedê pêk bê, berdewam dike. Platformê ji bo bangê sînevîzyoneke ku ji dîmenên meş û mîtingên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn li darxistin amade kir.













