Şirnex- Gelê Botanê bi dîlana azadiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Amedê ve ketin rê.
Mitînga Azadiyê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya Azad Ber bi Azadiyê ve’ tê lidarxistin dê di saet 17.00ê de li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê bike. Bi sedan welatiyên Botanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe da Qada Îstasyonê ya Amedê.
Welatiyên ku bi otubus û wesayîtên xwe ketin rê li Nisêbînê gihiştin hev û dîlana azadiyê girtin. Dayikên Botanê bi xemla xwe ya cihereng ji bo azadiya Ocalan stran vegotin. Piştî gerandina dîlana azadiya welatiyan diruşmên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin û berê xwe dan Amedê.















