Di maça Manchester City û Galatasarayê de xwepêşandanek balkêş ji bo piştgiriya Rojava hat lidarxistin. 3 ciwanên Kurd ketin nava sehê û maçê dan rawestandin û ala Kurdistanê derxistin û îşaretên serkeftinê nîşan dan.
Duh êvarê li Îngîltereyê tîma Manchester City û Galatasaray hatin pêşberî hev. Di deqîqeya 50î ya maçê de sê ciwanên Kurd ketin sehê û maçê dan rawestandin. Ciwanan ku çalakî li dar xistin ala Kurdistanê vekirin û ji bo piştgiriya Rojava dirûşme ya “Bijî Kurd” berz kirin. Bi taybetî ciwanek ku bi cil û bergên Kurdî çalakî li dar dixe, bêtir balê kişand ser xwe.

Xwepêşandana ku demek kurt berdewam kir û bala hemû alîgiran, futbolîstan û raya giştî ya cîhanê kişandin ser xwe, bi mudaxileya hêzên ewlehiyê yên sehê çalakî bi dawî bû. Piştî ciwan ji sehê hatin derxistin, maç ji cihê ku rawestiyabû berdewam kir.
Hate diyarkirin ku armanca ciwanan ew bû ku balê bikişînin ser bêdengiya raya giştî ya li ser Rojavayê Kurdistanê.














