Çeteyên HTŞê yên ku dewleta Tirk wan perwerde dike, 4 caran agirbesta ji bo 4 rojan binpê kirin. Çete, di êrîşekî li Qamişlo de nexweşxane kirin hedef û zirareke mezin dane nexweşxaneyê.
Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê duh agirbestek ji bo 4 rojan ragihand. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê pabendî agirbestê bibe û da zanîn ku heya êriş neyên kirin dê tu tevgerên leşkerî pêk neyne. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), piştî ragihandina agirbestê bi 10 deqeyan, çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, 4 caran agirbest binpê kirin.
Çeteyên HTŞê saet di 20.20’an de êrişî girtîgeha Eqtan a bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞê lê hatine ragirtin kir. Navenda Ragihandinê ya HSDê di der barê êrişê de daxuyand ku şervanekî wê birîndar bûye.
Saet 21.11an jî çeteyên hikumeta demkî bi obîsan bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê topbaran kir.
Nêzî saet 21.55an, çeteyên hikumeta demkî êrişî gundê Til Barûd ê li ser rêya Ebyet a başûrê Hesekê kir.
Di saetên derengiya şevê de çeteyan hewl dan li bajarê Sirînê yê Kobanê pêş de werin, lê şervanên HSDê derbe li wan dan û wan neçar kirin ku paşde vekişin.
Hemwextî van binpêkirinên balafirên keşfê yên dewleta Tirk saet 00.37an nuqteyeke ewlehiyê li gundê Hiwêcê yê bajarê Qamişlo û cihê kombûna erebeyan a nexweşxaneya Dil û Çav a heman bajarî bombebaran kirin.













