• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwana Cuma: Ev sekn û berxwedan rûpelên nû vedike

Mahmût Altintaş / AW

27 SIBAT 2025 - 08:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Rojnameger Ciwana Cuma ku geşedanên li Bendava Tişrînê dişopînê anî ziman ku tevî êrişan jî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji 7 salî heta 70 salî berê xwe didin Bendava Tişrînê û got: “Ev sekn û berxwedan dê rûpelên nû di dîrokê de vebike.”

Tirkiye û komên paramîlîter ên giredayî wê ji meha Kanûna 2024an ve êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê didomînin. Êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter li ser Bendava Tişrînê ku di meha Kanûnê de destpêkiribû berdewam dike. Li dijî êrişan Hezên Sûriya Demokratîk (HSD), Yekneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) parastina herêm dike û bersiva êrişan dide. Gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî li dijî êrişan di 8ê Çileyê de li ser Bendava Tişrînê çalakiya nobede dabûn destpêkirin. Çalakiya welatiyan a li ser bendava Tişrînê tevî êrişan jî 50 roj li pey xwe hişt. Di encama êrişên li ser welatiyên sivîl de rojnameger, hunermend û siyasetmedar jî di nav de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan welatî jî birîndar bûn.

Rojnameger Ciwana Cuma ku ji roja destpêke ve heta niha geşedanên li Bendava Tişrînê dişopînê, çalakiya gel a li bendavê, kuştina rojnamegeran û geşedanên li herême ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

‘Gotin têrî berxwedana Bendava Tişrînê nake’

Rojnameger Ciwana Cuma anî ziman ku ji 7 salî heta 7 salî gel berê xwe dide Bendava Tişrînê û wiha got: “Ji 8ê Çileyê vir ve bajar bi bajar, gund bi gund hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berê xwe didin Bendava Tişrînê. Bendava Tişrînê bûye bendava berxwedan û bendava şehîdan. Tevî êrişan jî welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bê tirs berê xwe didin bendavê. Welatî li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê û komên çete yên giredayî wê li Bendava Tişrînê nobedê digrin. Gel bi ruhê şerê gelê şoreşgerî tê li vir nobedê digire û xwedî li bendavê derdikeve. Berxwedan û sekna gel tevî hemû cureyên êrişan jî didome. Ev sekn û berxwedan dê rûpelên nû di nav rûpelên dîrokê de vebike. Axaftin û gotin têrî nake ku meriv qala berxwedana bendavê bike. Ji zarokên 7 salî heta welatiyên 70 salî berê xwe didin bendavê. Hin malbat bi zarokên xwe yên biçûk re tên li ser bendavê û nobedê digirin.”

‘Ji sê aliyan ve êriş dikin’

Ciwana Cuma diyar kir ku Tirkiye û komên paramîlîter ji 3 aliyan vê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk rojanê derdora bendavê bombebaran dike û welatiyên sivîl qetil dike. Niha li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji sê milan ve êriş û parastin didome. Yek ji wan Pira Qeraqozak, yek Bendava Tişrînê ye û ya din jî Der Hafir e. Ev her xetên sereke yên eniya berxwedanê ne. Li van her sê xetan şer û pêvçûnên dijwar rû didin. Tirkiye bi ÎHA û SÎHAyan hewl dide êrişî bendavê bike û bendavê derbas bike. Lê HSDê, YPJê û YPGê rê nade êrişan û pêşî li dagirkeriyê digire. Li milê Pira Qaraqozak jî rojane êrişên Tirkiyeyê berdewam dikin. Tirkiye bi êrişan mal û milke gelê herême jî dike hedef. Herî dawî jî dewleta Tirk hewl dabû derbasî xeka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bibe lê ew hewldanên wan jî rastî parastineke mezin hatin û bersiveke mezin hat dayîn. Her wiha rojane bi dehan çete tên kuştin. Piraniya çeteyan direvin û gelek çete jî ketine destê HSDê. Çawa ku YPJ pêşengiya şer dike li ser Bendava Tişrînê jî dayik û jin serkêşiya berxwedanê dikin.”

‘Egîd Roj li pêş çavê min şehîd xistin’

Ciwana Cuma bal kişand ser hedef girtina rojnamegeran û bi bîr xist ku herî dawî rojnameger Egîd Roj di 15ê Sibatê de di encama êrişa SÎHAyê de jiyana xwe ji dest dabû û wiha axivî: “Di êrişên Tirkiyeyê de rojnamegerên ku heqîqetê radigihînin jî dibin hedef. Ji ber ku rojnameger rastiyan radigîhin Tirkiye eciz dibe û êrişî rojnamegeran dike. Di rojên destpêke de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrişa SÎHAya dewleta Tirk de şehîd bû. Herî dawî jî di 15ê Sibatê de dagirkeriya Tirkiyeyê rojnameger Egîd Roj li pêş çavê min şehîd xist. Egîd heta kêliya dawî berxwdana Bendava Tişrînê dişopand. Egîd bi dironên dagirkeriya Tirkiyeyê hat armancgirtin û şehîd bû. Bi dehan welatî jî di van êrişan de birîndar bûn. Dewleta Tirk dixwaze dengê rastî û heqîqetê qut bike ku qirkirin û hovitiya li vir dike bi rehetî li ser gel bide meşandin. Lê em weke rojnameger li ser Bendava Tişrînê dibêjin; bila dagirkeriya Tirkiyeyê baş bizanibe bi hedef girtina hevalên me yên rojnameger de bi şehadeta hevalên me Egîd Roj, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wê nikaribe hêza me bişikîne û moralê me xera bike. Berovajî wê her şehadeta hevalê me ji me re dibe hez. Her şehadeta hevalên me ji me re dibe israr. Îro her şehadeteke hevalê me ji bo me dibe bilindkirina ala têkoşîn û berxwedanê.”

‘Em ê bi ruhê Nazim, Cîhan û Egîdan ragihînin’

Ciwana Cuma bertek nîşanî bêdengiya sazî û dezgehên rojnamegeriyê yên navneteweyî da û ev bang kir: “Ji bo vê jî çi dibe bila bibe em ê li Bendava Tişrînê bi ruhê Egîd, Cîhan û Naziman heta kêliya dawî bibin dengê gelê xwe. Îro bi kamereya Cîhan, Nazim û Egîd em dengê berxwedan û rastiyê li Bendava Tişrînê radigihînin. Em kenê dayikên li ser bendavê li ber xwe didin ji dinyayê re radigihînin. Yek jî ji me bimîne jî wê berxwedana li vir ji cîhanê re ragihîne. Em bang li saziyên ku dibêjin em mafê rojnamegeran diparêzin jî dikin û dibêjin; we tu mafê rojnamegeran neparastiye. Heke we rojnamegeran biparasta îro bi dehan hevalên me nedibûn hedefa êrişan. Bêdengiya wan jî dibe şirîkatiya van êrişên li dijî rojnamegeran. Divê demildest saziyên dibêjin em mafê rojnamegeran diparêzin xwedî li rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê derbikevin û yên ku hevalên me qetil kirin e bên darizandin û cezakirin.”

‘Heke bendav biteqe wê li Suriye û Iraqê felaket çêbibe’

Ciwana Cuma bi lêv kir ku xetereya teqîna Bendava Tişrînê heye û wiha bang li hezên navneteweyî kir: “Ji ber êrişên Tirkiye û komên çete yên giredayî wê metirsiyeke mezin li ser Bendava Tişrînê heye. Bendav ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin. Heke pêşî li êrişan nayê girtin wê karesateke mirovî çêbibe. Ji bo wê jî bangawaziyên lezgîn tên kirin. Heke bendav biteqe wê li Sûriye û Iraqê felaketek mezin bibe. Saziyên navneteweyî û yên mafê mirovan diparêzin divê bikevin tevgerê. Divê dawî li vê qirkirin û hovitiyê bînin. Heta niha tu helwesteke cîdî ya dewletên navneteweyî li dijî êrişan tune ye. Daxuyaniyên tên dayîn bandorê li êrişan nake. Divê êdî tavilê ev êriş bên sekinandin. Ev zêdetirî 50 roj in gelê herêmê li ser bendavê nobedê digire. Di van 50 rojan de 24 welatî şehîd bûn û bi sedan welatî birîndar bûn. Divê pêşî li qetilkirina welatiyan bê girtin.”

Etîket: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêbendava tişrînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

21 ADAR 2026
Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê: Divê şerê li Rojava were sekinandin

Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê: Divê şerê li Rojava were sekinandin

27 ÇILE 2026
Ji Amedê bang kirin: Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan

Ji Amedê bang kirin: Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan

19 ÇILE 2026
Derûdorê Awbendê Tişrînî reyna ame bombardumankerdene

Li Tişrînê şer dijwar e: Şervanên HSDê li çeteyan didin

18 ÇILE 2026
Çeteyên HTŞê û Tirkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin

Çeteyên HTŞê û Tirkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin

15 ÇILE 2026
Rêxistinên Jinên Kurd: Pêşengên serhildanê jinên Kurd in

Rêxistinên Jinên Kurd: Pêşengên serhildanê jinên Kurd in

8 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (812)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne