Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û DBPê yên Êlihê li dijî êrişên li ser taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê çalakî li dar xistin.
Meclisa Ciwanan a Êlihê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dijî êrişên li ser taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê meş li dar xistin û li taxa Îpragazê û gelek taxên din ên Êlihê agir vêxistin. Dema ku ciwanan li kolanê agir vêxistin, di navbera wan polîsan de alozî derket û polîsan guleyên plastîk bera ciwanan dan. Tevî van erişan jî ciwanan li dijî polîsan ji paş ve gav neavêtin û çalakiya xwe berdewam kirin.
Di çalakiyê de ciwanan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”‘ “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana HSDê” û “Ciwan fedaiyên Apo ne” hatin berzkirin. Ciwanan bi berkirina dirûşmeyan çalakî bi dawî kirin.













