Platforma ciwanên welatparêz ên Êlihê li dijî êrişên ku rojavayê Kurdistanê tenê kirin daketin kolanan û çalakî li dar xistin.
Platforma ciwanên welatparêz ên Êlihê têkildarî êrişên ku li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê kirin daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Ciwanan li taxên Baglar, Îpragaz, Petrolkent û li gelek taxên bajêr çalakî li dar xistin.
Ciwanên welatparêz ên Êlihê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “HSD gel e gel li vir e” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin.














