Li herêma Dûguhga, gundê Avçinarê û Şilerût ku dikevin nava Çiyayê Cûdî de danê nîvro agir bi daristanê ketibû û hêj jî şewat berdewam dike.
Li Herêma Dûguhga, gundê Avçinar û Şilerût ên dikevin nava Çiyayê Cûdî de danê nîvro agir derketibû. Nêzî van herêman kalekolên lêşkerî hene û beriya ku agir bi daristanên herêmê bikeve dengê çekan hat bihîstin.
Şewata danê nîvro derketî hêj berdewam dike û mudaxale nayê kirin. Bi rêya telefonê me xwe gihand Gerînendeya Agirkujê ya Şaredariya Şirnexê. Gerînendeya agirkujê bi lêv kir ku tîmên wan yên agirkujê çûne herêmê lê nikarin mudaxale bikin.
Her wiha herêma şewat lê derketî girêdayî Gerînendeya Çandînî û Daristanan e.