Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) ragihand ku Îran û komên çekdar yên ser bi Îranê ve 196 caran êriş û bombe li Herêma Kurdistanê barandiye.
Rêxistina CPT-Amerîka raporek têkildarî êriş û bombe baranên Îranê û komê çekdar yên girêdayî wê ya li ser Başûrê Kurdistanê parve kir.
Li gorî vê; bi giştî 196 êriş û bombebaran li ser Herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatiye.
162 êriş li ser Hewlêr.
26 êriş li ser Silêmanî.
5 êriş li ser Dihok.
3 êriş jî li ser Parêzgeha Helebce hatiye kirin.
43 êriş li ser baregehên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistasnê yên li Herêma Kurdistanê pêk hatiye.
58 êriş jî li ser Konsulxaneyê giştî Amerîka yên li Hewlêr û navendên leşkerî û baregehên têkiliya wan bi Amerîkayê re hene hatine kirin.
95 êriş li ser Otel, jîngehên sivîlan, navendên Hêzên Pêşmerge, bîrên neftê, kompanya û jîngehên sivîlan pêk hatiye.
Di van êrişan de 23 kes bûne qûrbanî.
4 kesan jiyana xwe ji dest dane
19 kes jî birîndar bûne.
Ji van 23 kesan 15 li Hewlêr, 7 Silêmanî, 1 li Dihok bûne qûrbanî.
Ji van 23 kesan 14 endamên partiyên Kurdî yên li Başûrê Kurdistanê ne, 6 kes parêzvan yan jî karmendên hêzên ewlekariyê ne ku qet têkiliya wan bi şer re nebûne.













