Zeynep Konara dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da. Omer Hayrî Konar yek ji girtiyên ku li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtî ye.
Dayika Omer Hayrî Konar, Zeynep Konar a 94 salî jiyana xwe ji dest da. Zeynep Konar ev demek dirêj bû li nexweşxaneya dihat dermankirin îro rehmet kir. Cenazeyê Zeynep Konar wê li Goristana Asrî ya Çewligê were veşartin.
Omer Hayrî Konar yek ji girtiyên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê tê girtinê ye.













