Amed – Sakîne Demîr da zanîn ku keça wê Sêvê Demîr gelek ji çand, ziman û nasnameya xwe hez dikir, lê xwedî derdiket û got: “Heta ku damleyeke xwînê di laşê me de hebe, em ê li pey doza zarokên xwe bin.”
Sêvê Demîr li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayîk bûye û ew jî weke gelek malbatên Kurd di salên 1990î de bi malbata xwe re koçî Amedê dike û ji vir jî diçin Manîsayê. Tevî ku Sêvê ji welatê xwe tê sirgûnkirin jî dîsa ji çand û nasnameya xwe dûr nakeve. Sêvê di nava xebatên rêxistinî de cih digire û dest bi xebatan dike. Di nava Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cih digire. Navberekê di nava xebatên çapemeniyê de jî cih digire û piştî wê jî di nav xebatên jinan de cih digire. Di nav Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) de xebatan dimeşîne. Heta roja ku hate kuştin jî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê Kurd berdewam dikir. Sêvê Demîr a ku Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû, di 4ê Çileya 2016an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li gel aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ji aliyê leşker-polîsan ve hat kuştin.
‘Sêvê ji 6 saliya xwe têkoşîna gelê Kurd nas kir’
Dayika Sêvê Demîrê, Sakîne Demîr derbarê têkoşîna keça xwe ji ajansa me re axivî. Sakîne Demîr diyar kir ku Sêvê ji 6 saliya xwe ve têkoşîna gelê Kurd nas kiriye û zanibûye ku dozeke Kurdan heye û wiha got: “Dema ku Sêvê hate kuştin me 12 cenazeyên din jî li wir defin kir. Pismam û kurxalê Sêvê nedihiştin ku polîs cenazeyê wê birevînin. Li wir pir tehde li me kirin û di wê navberê de derfetên me jî tune bûn ku em bihatana. Piştre jî 9-10 rojan carekê bi ser malê de digirtin û tevî solên xwe yên herî diketin hundir. Digotin, çima rojnameger, parlamenter tên mala we? Gelek caran digotin, hûn ‘Terorîst in’. Çi bûyerên ku li wir diqewimîn dixistin situyê zarokên min û digotin; ‘hûn Apocî ne’. Sêvê meseleya Kurd ji 6 saliya xwe ve fêm kiribû. Dema ku em li Bismilê bûn kontrgerîlayan her şev diavêtin ser mala me. Bavê wê jî 3 salan ji mala xwe dûr bû. Sêvê di zarokatiya xwe de jî jîr bû û serî li ber wan neditewand. Gelek caran bersiv dida wan û ji wan re digot ‘terorîst hûn in.’ Dema ku Sêvê bersiva wan dida digotin ’em ê wê bigirin’, min ji wan re got ‘bigirin’. Ez û lawikê xwe yê seqet heta sibehê di nav berfê de diman. Me tu carî li ber wan serî netewand.”

‘Cenaze jî gulebaran kiribûn’
Sakîne Demîr di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Sêvê xebatkareke vî gelî bû, heta dema ku şehîd ket li ziman, çand û nasnameya xwedî derket. Pir jîr û jêhatîbû û mafê jinan diparast. Piştî ku em çûn Manîsayê li wir jî nesekinî, li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên xwe dikir. Sêvê 10 caran li Manîsayê hate binçavkirin lê tu carî serî neditewand. Piştî hate Kurdistanê dest bi xebatên xwe kir, dîsa dewletê dest jê berneda. Zanibûn ku di nava xebatan de ye. Sêvê gelek caran digot, ‘ez vî tiştî nekim, ew neke dê kî bike? Digot, ‘heta dawiyê em ê li pey doza xwe bin.’ Roja ku hate kuştin jî keleşek dabûn destê wê û jê re digotin, ‘terorîst e’. Dure jî deh gule berdabûn cenazeyê wê. Ne heq û ne jî hiqûq heye, dewleteke xwînmij û dagirker e. Me jî serî li ber daneniye û em ê daneynin jî. Ew qas Kurdên bêsûc û bêguheh dikujin, malên wan wêran û talan dikin. Hê jî bi hezaran cenazeyên zarokên vî gelî nexuyane û gel li zarokên xwe digerin. Sêvê gelek ji bo têkoşîna azadiyê dixebitî û em bi şehadeta wê gelekî serbilind in. Tişta ku vê dewletê aniye serê gelê Kurd tu kes nayîne serê kesî. Keviran jî ew dert hilnedigirtin lê Kurdan ew dert hilgirtin, li ber rabûn û ew bar rakirin. Heta damleyeke xwînê di laşê me de hebe, em ê li pey doza zarokên xwe bin.”
‘Hê jî ji aliyê dewletê ve tu gavek nahetiye avêtin’
Sakîne Demîr bal kişand ser pêvajoya ku hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca dewletê ew e ku careke din jî Kurdan bixapînin lê Kurd nikarin êdî careke din bên xapandin. Peyama 27ê Sibatê zelal e, gerîla çek şewitandin, ji sînoran vekişiyan. Lê heta niha dewletê bi qasî çar tiliyan jî gav neavêtiye. Hê jî girtiyên me di zîndanan de dîl girtî ne. Tu tiştek nema ku me nekir, lê hê jî ji aliyê dewletê ve tu gavek nahetiye avêtin. Bi tenê xwe dixapînin, dewlet nikarin aştiyê pêk bînin. Kurd ne Kurdên berê ne, careke din nayên xapandin. Kes tiştekê naxe sêniya zêrînî û nade ber mirov. Divê em vêya baş bizanibin. Jin li ber xwe didin. Dewlet nikare pirsgirêka jinan çareser bike. Bêyî jinan tu tiştek çareser nabe.”

















