• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rahmî Koç bi zimanekî zayendperest jinên Kurd hedef girt

    Rahmî Koç bi zimanekî zayendperest jinên Kurd hedef girt

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

    Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

    Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rahmî Koç bi zimanekî zayendperest jinên Kurd hedef girt

    Rahmî Koç bi zimanekî zayendperest jinên Kurd hedef girt

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medya Kurdî naşopînin?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

    Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

    Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sêvê, Fatma û Pakîze li Silopiya hatin bibîranîn

Şirnex / AW

5 ÇILE 2026 - 15:55
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên ku li navçeya Silopiya ji aliyê polîs û leşkeran ve di 4ê Çileya 2016an de hatibûn kuştin, hatin bibîranîn.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Endama Meclîsa Partiyê ya DBPê Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir ku di 4ê Çileya 2016an dema dixwestin ji taxa Karşiyaka derbasî taxa Ofîsê bibin ji aliyê polîs û leşkeran ve hatibûn kuştin. Her sê jinên welatparêz ên Kurd hatin bibîranîn.

Endam û rêveberên saziyên MEBYA-DERê, Tevgera Jinên Azad, Dayikên Aştiyê, TUHAD-FEDê, rêveber û nûnerên partiyên DBPê û DEM Partiyê bi sedan kes tev li bîranîna li Kolana Hunerê kom bûn. Di bîranînê de pankarta, “Azadîbûyîn dê bi xwedîderketina Sakîne, Sêvê, Fatma û Pakîzeyan pêk bê” hat vekirin û wêneyên sê jinên li Parîsê hatibûn kuştin û wêneyên sê jinên li Silopiya hatibûn kuştin, hatin hilgirtin.

Girseya ku li Kolana Hunerê kom bû destpêkê daxuyanî da. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo cangoriyên azadiyê rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan got ku ew di kesayeta Sêvê, Pakîze ê Fatmayê de hemû jinên ku hatine kuştin bi bîr tînin û wiha axivî: “Zîhniyeta ku li vir hevalên me kuştin û zîhniyeta li Parîsê hevalên me kuştin, heman zîhniyet in. Lê em weke jinan em ê li her derê li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.”

‘Ji hebûna jinan ditirsin’

Berdevka Meclîsa Jinan a DBPê Berîvan Bahçecî jî diyar kir ku hevalên wan ên hatine kuştin ji bo azadiya gelê Kurd û jinan têkoşiyan û wiha got: “Hevalên me yên hatine kuştin, têkoşîna nasnameya xwe dikirin, têkoşîna azadiya jinan dikirin, ji ber vê yekê hatin kuştin. Hişmediya ku heval Sêvê, Pakîze û Fatma kuştin îro jî astengiyan derdixe. Bila hişmediya kujer bizanibe ku jin tu demê paşde gavê navêjin. Divê ev hişmedî were guhertin û polîtîkayên li ser jinan werin guhertin. Ev hişmedî ji mirina me ditirse, ji hebûna me jinan ditirse, hûn çi dikin bikin em dev ji têkoşîna xwe bernadin.”

Dogan: Sûcê herî mezin kuştina her sê hevalên me ye

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî anî ziman ku ew dizanin kê Sêvê, Pakîze û Fatma kuştiye û wiha axivî: “Ji Parîsê heya vir, ji vir heya her çar aliyê Kurdistanê kuştina jinên Kurd ne tiştek ji rêzê ye. Ev komkujî bi destên qirêj tên kirin û em îro tenê ne ji bo bîranînê li vir in, heman demê de em ji bo sozdayîna têkoşîna van hevalan li vir in. Dayîkên her sê hevalên me Sêvê, Fatma û Pakîze vaye 10 sal in li gel ewqas êşê jî dibêjin aştî. Li gel her pêkanînê aştiyê dixwazin dayîkên hevalên me. Ev hevalên me yên hatine kuştin, siyasetmedar bûn, xebata wan ne sûc bû lê kuştina wan sûcê herî mezin e. Hevalên me alîgirê azadiyê û aştiyê bûn. Dayikan xwest biçin cihê kuştina zarokên xwe û gul danin wir. Lê ev yek tê astengkirin.”

‘Bila dewlet destê aştiyê dirêj bike’

Dayîka Sêvê Demîr, Sakîne Demîr jî diyar kir ku ew bi keda cangoriyên xwe îro li ser pêyan e û got: “Zarokên me aştîxwaz bûn, wekhevî dixwestin û ji ber vê yekê hatin kuştin. Dema zarokên me şehîd ketin gotin bila xwîna me bi şeref birije ser vê axê. Em îro dibêjin aştî û bila dewlet jî li gorî vê yekê gavan biavêje. Em naxwazin tu kes bikeve navbera me û aştiyê pêk bîne. Bila destê rêzdar Ocalan bigirin û aştiyê pêk bînin. Ez bang li rayedarên dewleta Tirk dikim ku destê xwe dirêjî aştiyê bikin.”

Piştî daxuyaniyê li gel astengkirina polîsan jî gel heya avahiya DEM Partiyê ya Silopiya bi dirûşma, “Şehîd namirin” meş li dar xist.

Etîket: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul DoganDBPevgera Jinên Azad (TJA)Fatma UyarPakize NayirSêvê DemîrSîlopiya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

4 HEZÎRAN 2026
Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

26 GULAN 2026
Ayşegul Dogan: Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin

Ayşegul Dogan: Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin

23 GULAN 2026
Ayşegul Dogan bang li Meclîsê kir: Divê mekanîzmayek nû bê avakirin

Ayşegul Dogan bang li Meclîsê kir: Divê mekanîzmayek nû bê avakirin

18 GULAN 2026
Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBPê Kalkan hat berdan

Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBPê Kalkan hat berdan

13 GULAN 2026
Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

13 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê ji bo çêkirina qanûnan bi AKPê re hevdîtin pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pira Sêrtê ku zêdetirî çar meh in xerabe ye nayê çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê rojên pirtûkan dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (133)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne